QSDê li Qamişlo zarokeke 13 salî revand

QSDê li Qamişlo zarokeke 13 salî revand

May 26 2023

ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê Hêzên Sûriya Demoqratîk QSDê, zarokeke 13 salî revand.

Zarok bi mebesta leşkeriya neçar hatiye revandin, weke bi sedan zarokên revandî çarenivîsa wê ne diyar e.

Dayîka zaroka 13 salî ji ARKê re da zanîn ku: Keça min Peyal Mihemed Salih Eqîl dema ji ezmûnên xwe vedigeriya ji aliyê ciwanên şoreşger ve hat revandin.

Dayîka Peyal da zanîn jî: Wan ji min re vîdiyoya wê şand, tê de dibêje ku bi razîbûna xwe tevlî bûye, lê min ey yek red kir, ji ber ku hîn zarok e.

Dayîkê tekez kir ku çiqas hewl da xwe bigihîne wê, lê hewl bê sûd bûn, dezgehên PYDê, kongira Star û nivîsgehên peywendîdar red kirin ku ez peywendiyeke telefonî pê re biaxivim.

Di rêya ARKê banga vegerandina keça xwe kir.

201