Emerîka redkirina asayîkirina peywendiyan bi rêjîma Sûriyê re nû kir

Emerîka redkirina asayîkirina peywendiyan bi rêjîma Sûriyê re nû kir

May 06 2023

ARK NEWS... Careke din Emerîka redkirina asayîkirina peywendiyan bi rêjîma Sûriyê re nû kir û tekezî li ser biryarên navdewletî 2254 kir.

Balyozxaneya Emerîkayê li Şama paytexta Sûriyê li ser torên civakî duh da zanîn ku Wezîrê Derve yê Emerîkayê Entonî Bilênkin bi Wezîrê Derve yê Urdinê re peywendiyek encam daye.

Tê de redkirina asayîkirina peywendiyan li gel rêjîma Sûriyê nû kiriye.

Navbûrî tekezî li ser dîtina çareyan li gorî biryarên navdewletî bi taybet yên girêdayî bi Sûriyê 2254 kiriye.

152