Divê çend caran bimirin ta ku em bilivin?

Divê çend caran bimirin ta ku em bilivin?

Apr 04 2023

Divê çend caran bimirin ta ku em bilivin?
Şêxo Efrînî

Ji beriya 5 salan ve, komên çekdar yên bi ser oposizyona Sûriyê li Herêma Efrîna Rojavayê Kurdistanê, bi kîn û zikreşiyeke pîs, qirêj û gemar, serederiyê li gel kurdên li ser axa xwe mane dikin.

Di 5 salên bûrî de û ta niha, bi şêweyekî pilankirî, kurd têne kuştin û qirkirin, tawan û binpêkirin gihiştin her derê û cihekî, eger tu berê xwe bidî kîjan malê li Efrînê, ne tenê çîrok dê werin nivîsandin, lê belê romanên Homîros dê werin nivîsanin, têrê nakin jî, romanên êş û azara derdeseriya kiryarên komên çekdar yên nandoz ku dîrokeke reş û tarî tomar kirine.

Di her malekê de kesek hatiye girtin, revandin, şehîdkirin, dizîn, û malên wan hatine destesekirin.
Serbarî wê yekê di 6ê Sibata îsal de karesateke mezin li deverê rû da, ew jî erdhej bû, para herî mezin Bakur û Rojavayê Kurdistanê bû, para herî mezin ji Rojavayê Kurdistanê Efrîn bû, ji Efrînê jî navenda navçeya Cindirêsê bû, ku Cindirêsê jî niha bûye bajar.

Ji Efrînê nexasim Cindirêsê, şênî di bin kavilan de şehîd bûn, ne Turkiyê, ne rêjîma Sûriyê xwe gihandin cihê karesatê, bi tenê tîmên xwecihî bi alavên destpêkî rêjeyeke kêm rizgar kirin, bi hezaran di bin kavilan de bûne qurbanî.

Di rojê yekê, bi tenê serok Mesûd Barzanî, û Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hawara Efrînê ve çûn, karîbûn pejrandina Turkiyê wergirin û Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî derbasî Efrînê bikin. Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê daxuyanî da û tekez kir ku ew ê nivîsgehên xwe li Efrîn û Cindirêsê veke, û li rex xelkê xwe raweste, roj çûn, hefte cûn, meh çûn, tu livik rasteqîne nehatin kirin.
Çavên malbtên qurbaniyan hîn ji karesata erdhejê şil bûn, hîn hêsrên çavan li ser rûyan bûn, şeva Newrozê li Cindirêsê komkujiyeke hov û dirindane di dermafê malbata Pêşmerg de bi dest heman nandozan hat encamdan.

Şeva Newrozê çi bû?
Di 10ê mehê de, Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî gihişt sînorê Efrînê da ku derbas bibe, kurdên li Efrînê mane hêviyeke mezin bi wan re çê bû, kul û xem hinekî sivik bûn, me hemiyan dîtin ku çawa kurdan pêşwazî li Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî kir, bi girî û şîn, di çavên wan de stemkarî û zordariya 5 salan dihatin diyarkirin, xelkê gotin ku hatin rizgarkirin û êdî dikarin henaseya xwe derxînin.

Di şeva Newroza îsal 2023yan de li her gundekî Efrîna agirê Newrozê hat vêxistin, li bajarê Cindirêsê malbateke kurd ku bi Pêşmerg naskirî ye, agirê Newrozê vêxist, lê çavên çekdarên oposizyona Sûriyê bar nebûn, koma bi navê Ceyş Elşerqiyê ya terorîst hovitiya xwe derxistin ji malabtê xwestin agir vemirînin, lê malbatê red kir, wan terorîstan, çek anîn û kî di mal de ye dane ber guleyan, 4 şehîd bûn û 2 birîndar bûn.

Piştre bû Raperîn, raperîneke rasteqîne li dijî stem û zordariya komên çekdar yên nandoz. Bi dehê hezaran ji şêniyên kurd di 5 rojan de bi şev û roj dengê xwe bilind kir, û gotin na bo zordariyê. Lê heyf û mixabin, ew raperîn hat vemirandin û kuştin.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ENKSê yekser daxuyanî belav kir bi tundî ew komkujî şermezar kir, lê gelo şermezarkirin bi tenê bes e? Bêguman na. Cihê spasiyê ye ku bi dehan cih li Rojavayê Kurdistanê, Herêma Kurdistanê, Lubnanê û Ewropayê li dijî komkujiya Cindirêsê derket û şermezar kir, lê ew yek sûd kir ya na?

Niha piştî karesata erdhejê û komkujiya Cindirêsê divê, Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li daxuyaniya xwe xwedî derkeve û li Efrînê vegere.
Bi nerîna min, derketina ENKSê ji nava hevpeymaniya Niştîmanî ya oposizyona Sûriyê şaş e, dê binpêkirinên Efrînê zêdetir bibin, lewma daxwaza me vekirina bilez ji nivîsgehên ENKSê ye da ku binpêkirinan rawestîn, xelkê resen vegerînin, erebên hawirde derxînin, komelgehên niştecîkirinê pûç bikin, guhertina demoxrafî ji nav bibin û nasnameya Kurdistanî ji Efrîna Çiyayê Kurmênc re vegerînin.

Di berdewamiya zincîra cînosayda kurdan li Efrînê kurd pirsiyar dikin ma gelo divê çend caran em bimirin heta ku em bilivin?

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

375