Îdama Qadi Mihemed / Pirtuka Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî
Îbrahîm GUÇLU
Komara Mehabadê ya Kurdistanê di 22.01.1946an ava bû û 11 mehan li ser piya ma. Piştî dewletên ku li ser axa Îranê desthilatdar bûn, di nav xwe de ji bona parvekirina dinyayê li ser peymaneke nû li hevûdu kirin. Yekîtiya Sowyetê xwe ji Îranê vekişand û piştgiriya xwe ya bo Komara Kurdistanê û Ezerbeycanê jî qut kir.
Hikûmeta merkezî ya Îranê êriş bir ser Komara Mehabadê ya Kurdistanê. Diyar bibû ku li hemberî êrîşên dewleta kolonyalîst û hêzên leşkerî, kurd nikarin rawestin. Di vê qonaxê de gengeşiya rewşa nû dest pê kir. Mele Mistefa Barzanî ji bona ku rewşa dawî bi Pêşewayê Kurdistanê Qadi Mihemed re qise bike, di êvara 16. 12. 1946an de hevdîtineke dawî bi wî re pêk tîne. Dixwaze ku bizane Pêşewayê kurd dê çi bike. Di vê hevdîtinê de Pêşaweyê Kurd Qazî Mihemed ji Barzanî re dibêje: “Ji bona ku zêde xwîn nerije, miletê min zerar nebîne, ezê xwe bidim destê dijmin.” Di eynî hevdîtinê de diyar dike ku Barzanî bi xwe jî zerar nebîne û Îranê terk bike.
Serokê Efsanewî yê Neteweya Kurd Mistefa Barzanî di heman hevdîtinê de emaneta xwe ya pîroz Ala Kurdistanê, ji Pêşewayê Kurd Qadi Mihemed teslîm digre, piştî meşeke dirêj û şerekî dijwar li hemberî Îranê, Tirkiyeyê, Iraqê derbasî Yekîtiya Sowyetê dibe.
Hezar mixabin Komara Mehabadê Kurdistanê piştî êrîşeke leşkerî ya dijwar hate rûxandin. Serokên wê jî Qadi Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî di 20.12.1946an de ji aliyê dewleta Îranê ve dîl hatin girtin.
Qadi Mihemed Gandîyê Kurdistanê bû. Hezar Mixabin Îran ne Engilîstan bû.
Qadi Mihemed û serokên din yên Komara Kurdistanê di dadgehê de bi awayekî nehiqûqî hatin darizandin. Wan jî di dadgehê de neteweya kurd û Konmmara Mehabadê ya Kurdistanê bi cesareteke medenî û hiqûqî û neteweyî û layiqîya serokbûna xwe parastin. Hemû tawanên dadgehê red kirin. Li hemberî heqeretên qadiyên dadgeha Îranê yên faşîst rawestiyan.
Qadi Mihemed, mafê neteweya kurd, meşrûbûna Komara Mehabadê ya Kurdistanê, Al û Surûda Kurdistanê gelek aşkere parast.
Parastiina Qadi Mihemed û têkoşerên din yên Komara Kurdistanê, li hemberî dijminên gelê kurd parastin û helwêsteke dîrokî bû.
Qadi Mihemed di dadgehê de gelek aşkere desthilatdarên Îranê tewanbar kir û got: “Ez di quncên girtîgehê de dengê xwe li dijî dewleta Tehran û serokên wê bilind dikim û dibêjim ku hûn gunehbar in, ne em. We welatê me dagir kiriye. Tevahiya ev serpêhatî û bûyeran encama siyaseta dagîrker a dewletê ye. Ger dewlet hemû kurdan bi xayîn dizane, bila ji kurdan vegerin, kar û barên xwe bi xwe bigrin destê xwe. Ev bûyera di encamê de bûye ku we bi xwe makezagon binpêkiriye. Niha jî ez tenê bi xwe demokrasiyê di Kurdistanê de xurt dikim û pêşve dibim û tu hêzeke biyanî haydarê min nebûye. Bêpar bûna gelê Kurd yê bûye haydarê min, ji bo birêvebirina van kar û xebatan e.”
Pêşewa Qadi Mihemed di heman demê de Barzanîyan jî li hemberî dadgehê diparêze û dibêje:
“Mele Mistefa Barzanî kesekî bîyanî nebû ku hatibû Kurdistanê. Kurdistan mala her kurdekî ye. Barzanî, ji bona ku şert û zurufan xwest, ji odeyeke mala xwe derbasî odeyeke din bû…. Ez bi çend rêzan Mele Mistefa ji we re bidim danasîn. Di dinyayê û dîrokê de kesên şexsiyetmezin û dûrbîn û leheng û bişeref û hûmanîst û azad û bêtirs hene. Barzanî jî yek ji wan kesan e.”
Hezar mixabin piştî dadgeheke bêhiqûqî Qazî Mihemed, Seyfî Qazî û Sadrî Qazî bi lezûbez di 31. 3. 1947-an de li Meydana Çarçiraya hatin îdam kirin. Îdama wan li Kurdistanê bû darbeyeke gelek mezin. Li Kurdistanê bû sedem ku qonaxeke nû dest pê bike. Lewra rûxandina Komara Mehabadê ya Kurdistanê û îdama Peşawa Qadi Mihemed û berpirsiyarên Komarê di dîroka Kurdistanê de di şertên Şerê sar de bûyereke gelek girîng bû. Ji bona dinyayê jî rûreşiyek bû.
Neteweya kurd piştî 76 salan hîn rê û rêbaza Qadî Mihemed û berpirsiyarên Komara Mehabadê ya Kurdistanê qedirbilind û pîroz qebul dikin. Wan wek rêberên xwe dipejirînin û ji wan re xwedî derdikevin.Wan di dilê xwe de vedişêrînin.
DIVÊ PIRTÛKA SEROKÊ KURDİSTANÊ MESÛD BARZANÎ MITLEQA BÊ XWENDIN…
Wek tê zanîn Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî du pirtûkên bi navê “Barzanî û Hareketa/Bizava Azadî û Neteweyî ya Kurd” hatibû nivîsandibû Pirtûk ji aliyê weşanxaneya Dozê ve Tirkî hatibûn çap kirin. Ev du pirtûkan di dîroka Kurdistanê de roniyek çêkiribûn. Ji aliyên gelek kurdan ve hatibû xwendin û hatibûn pejirandin.
Pirtûka 3emîn yê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî, ji aliyê Weşanxane ya Dozê ve hat weşandin. Pirtûk bi navê “Barzanî û Hareketa/Bizava Azadî û Neteweyî ya Kurd- III – Şoreşa Gulanê (1975-1990)” hatiye çap kirin.
Pirtûk 455 rûpel e. Ji 5 beşan/biran pêk tê. Di her beşekê/birekê de bûyerên gelek dîrokê hatine rojevê û hatine şirove kirin..
Em dema li wan 5 beşan binêrin tabloya li jêr dê bê pêşiya me.
Beşa Yekemîn: Destpêke Şoreşa Gulanê
-Piştî têkçûna 1975an şert, qewimandin, jinûve plankirina têkoşîna neteweyî
-Nexweşiya Serokê Nemir Meele Mistefa Barzanî û Seredaniya Emerîkayê
-Destpêkirina Şoreşa Gulanê
-Avakirina Komîteya Mûwaqqwet ya PDKê
-Konferansa Berlînê
-Komelaya Xwendevanên Kurd li Ewrûpayê
-Li Dîasporeyê rêxistinên partiyê jinûve organîze kirin
-Tehdît û pêşilêgirtina SAVAKê
-Nameya Dewleta Sûriyeyê
-Li Viyanayê li hemberî min suîkast
-Wefata Nemîr Serokê Kurdistanê Mele Mistefa Barzanî
-Civîna Şawaneyê
Beşa duyemîn: Kongreya 9emîn ya PDKê
-Civandina Kongreya 9emîn
-Rapora Polîtîk ya Kongreya 9emîn ya partiyê
-Biryarên Kongreya 9emîn û parvekirina wezîfayan
Beşa sêyemîn: Çalakî û Rêxistinkirina Şoreşa Gulanê
-Piştî Kongreya 9emîn rêxistinkirin û pêşxistina partiyê
-Damezrandina Cepheya CUDê
-Êrişa li dijî gora Serokê Nemir Mele Mistefa Barzanî
-Di Şoreşa Gulanê de xebat û hewildanên rêxistkirinê
-Şertên penaberan û xizmet-rola wan di Şoreşa Gulanê de
Beşa çaremîn: Ziyareta Liqa Yekemîn û Herêmên Hatibûn Rizgarkirî…
-Mayina min li Herêma Yekemîn, Rewşa Leşkerî û Rêxistinî
-Bandora Komîteya Lêpirsîn û Miraqebeyê (Kontrolê)
-Dest Ji Herêma Yekemîn Berdan û amadekariyên jinûva vegerê
Beşa pêncemîn: Di Pêvajoya Şoreşa Gulanê de Pêwendiyên PDKê yên Hundir û Derve…
1-BI RÊXISTINÊN KURD RE DANÛSTANDİN: BI YNKÊ RE PÊWENDİYÊN ME
-Projeya Hevkarî ya di navbera PDKê û YNKê de
-Bi Partiya Demokrat ya Kurdistan-Îranê re pêwendî
-Partiya Sosyalîst re pêwendî
-Bi Partiya Komunîst ya Iraqê re pêwendî
-Bi PKKê re pêwendî
-Pêwendiyên PDKa Iraqê bi BDK – Bakur û PDK-Sûriyeyê re
-Pêwendî bi Grûbên Îslamî yên bi Îranê re girêdanbûn
-Bi PASOKê re pêwendî
2-PÊWENDIYÊN DERVE: BI REJÎMÊ RE HEVDÎTIN…
-Bi Dewleta Îranê pêwendî
-Bi Dewleta Sûriyeyê re pêwendî û bi Dewleta Suriyeyê re despêkirina pêwendiyên fermî
-Bi Dewleta Lîbyayê re pêwendî
-Bi Tirkiyeyê re pêwendî
-Pêwendiyên Partiyê di pêvajoya Şoreşa Gulanê de bi Dewletên Ewrûpayê û Emerîkayê re…
Ev Pirtûka Serokê Kurdistanê Mesûd Brazanî jî, pirtûkeke gelek girîng e. Dîroka nêzik ya Azadî û Rızgarîxwaz ya Başurê Kurdistanê pêşkêşî me dike. Şoreşa Gulanê bi gelek teferrûat tîne rojevê. Di pirtûkê de belge, şirove, agahjdariyên gelek giring cî girtine.
Divê Pirtûka Serokê Kurdistanê her kurdperwerek û siyasetvanek û nivîslarek û hunermendekî Kurdistanê bixwîne. Şirove bike û binirxîne.
Diyarbekîr, 31.03.2023
Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide
239