Serok Barzanî di Newrozê de hêviya aştî û aramiyê ji bo hemûyan dixwaze

Serok Barzanî di Newrozê de hêviya aştî û aramiyê ji bo hemûyan dixwaze

Mar 20 2023

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Newrozê peyamek belav kir, tê de hêviya aramî û aştiyê bo hemûyan xwest. Naveroka peyamê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta hatina cejna Newrozê û serê sala 2723ê Kurdî pîrozbahiyê li malbatên serbilindên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman û hemû Kurdistaniyên xweşdiviyên hûndir û derveyê welat dikim û hêviya aştî û aramiyê ji bo hemû aliyek dixwazim.
Mesûd Barzanî
29ê Reşemêyê 2722ê Kurdî
20ê Adara 2023

128