Di bazariya siyasetê de kurd tune ne. HDPê/PKK dixwaze xwe xelas bike…
Îbrahîm GUÇLU

Di bazariya siyasetê de kurd tune ne. HDPê/PKK dixwaze xwe xelas bike…

Mar 10 2023

Demeke dirêj e ku di Dewleta Tirk de atmosfer û xîret û xebateke xurt a hilbijartina serokkomarî û ya giştî heye. Girêdayî vê atfosmerê û xebatê di siyasetê de bazariyek jî bi gelek cûreyan/awayan dom dikir. Lê ew bazariyan gelek aşkere nebibûn. Mixalefetê piştî du-sê erdhejan îdia dikir ku serokkomar û hikûmeta wî dê hilbijartinê paşta bavêjin. Loma jî dijitiyeke diyar dikirin. Rastî wek nêrînên mixalefetê derneket. Serokkomar diyar kir ku hilbijartinê dê di wexte xwe de çê bibe. Vê yekê jî di nav mixalefet û Tîfaqa Milet de tevliheviyek çêkir. Lewra mixalefetê yanî Tîfaqa Milet hîn berhilbijêrê xwe yê serokkomarî tespît nekiribû. Di Tîfaqê de qrîza Partiya Nû/Meral Akşenerê jî derketibû. Nûha jî diyar bû ku hilbijartina serokkomarî û giştî dê di 14ê Gulana 2023an de çê bibe. Seokkomarê îro yanî di 10ê Adarê de roja hilbijartinê 14ê Gulanê diyar kir.

Demeke dirêj e ku diyar e du blok û tîfaq dê beşdarî hilbijartina serokkomarî û giştî bibin. Ew du tîfaq jî wek tê zanîn “Tîfaqa Komarî” û “Tîfaqa Milet” e. Wek her demê û her hilbijartinê siyaset û qempanya ya hilbijartinê ji derveyî çanda demokratîk û înasanî û exlaqî didomîne.

Tîfaqa Komarî di rewşeke stabilîzî de ye. Berhilbijerê wan yê serokkomarî diyar bû. Di nav wan de lihevkirinek heye û di navbera 3 partiyan de diyar dibe ku bi awayekî danûstandin û kar bi awayekî “maqûl” didomîne.

Tifaqa Milet ji destpêkê de di gelek mijaran de xwediyê pirsgirêkan e. Du pirsgirêkên Tîfaqa Milet hebû. Yek pirsgirêk, di derbarê berhilbijêr (namzetê) serokkomarî de bû. Pirsgirêka din ya girîng dê bi kê re û bi HDP/PKKê re tîfaq bikin an na? Di tîfaqa Fetûllahiyan de pirsgirêk tûne bû. Lewra Fetûllahiyan siyaseta xwe bi dizî û neaşkere didomandin. Piştgiriya Tîfaqa Milet dikin. Lê HDP/PKKê re pêşî ji Tîfaqa Milet û pişt re jî 6 Qolî daxwaza tîfaqa aşikere dikir. Dixwest ku di Tîfaqa Milet de bibe partiya 7emîn.

Di Tîfaqa Milet de diyar bû ku dê di mijara berhilbijêrê Sertokkomarî de pirsgirêkê derkeve. Endamên Tîfaqa Milet di destpêkê de bi giştî nedixwestin ku Kemal Kiliçdaroğlıu bibe berhilbijêr. Wî jî, ji bona ku hêvî nedikir ku ew dê serokkomarî qezenç bikin, loma jî, ji vê daxwaze re bi awayekî “erê” digot. Bi taybetî jî Seroka Partiya Nû di vê mijarê de xwediyê helwesteke hişk bû. Wê dxwaz dikir ku Serokên Şaredariyê Stenbolê û an jî Serok Şaredariyê Enqereyê bibe berhilbijêr. Endamên din yên Tîfaqa Milet ji derveyî partiyan berhilbijêrekî serokkomarî dixwestin. Lê ji bona ku ne bi hêz bûn, nedikarîn ew daxwaza xwe bînin ser zimên.

Piştî demekê Kemal Kiliçadaroğlu hat wê baweriyê ku dê sewrokkomarî qezenç bike. Ji bona bibe berhilbijêr hesabên xwe yên siyasî kir. Loma jî, ji bona ku herdu serokşaredariyên partiya xwe bide aliyekî û di mijara serokkomarî de tasfiye bike, siyaseteke komployî meşand.

Di encamê de di qonaxa dawî ya tespît kirina serokkomarî de di nav Tîfaqa Milet de qrîzeke mezin derket. Partiya nû û Seroka Partiyê Meral Akşenerê eleqeya xwe ya Tîfaqa Milet qetand.

Piştî Meral Akşener ji Tîfaqa Milet veqetiya bi awayekî gelek hişk li hemberî Tîfaqa Milet û partiyên di nav tîfaqfaqê de û bi taybetî jî ji bona CHP-Kemal Kiliçdaroğlu nêrînên gelek hişk anî ser zimên. Gelek aşkere diyar kir ku Tîfaqa Milet, ne tîfaqa Milet e û ji bona berjewendiya milet ava nebûye. Di serî de Kemal Kılıçdaroğlu serokên partiyên di nav Tîfaqa Milet de ji bona berjewendiyên xwe yê rojane, parlamenterî tevdigerin.

Ev gotinên Meral Akşenerê wek bombayeke atomê ket nav Tîfaqa Milet û li Tirkiyeyê teqiya.

Hevalbend-Tereftar-Murîdên CHP-Kemal Kıiliçdaroğlu, bi awayekî ji derveyî exlaqa siyasî û civakî û çapemenî êrişî Meral Akişenerê kirin. Ji bona Akşenerê bitirsînin ji destê wan çi tê ew kirin Gef li Akşenerê xwarin. Rûyê qirêj û ne demokratîk û ne însanî ya li Tirkiyeyê careke din bi vê qewimandinê derket holê.

Diyar bû ku di siyaseta Tirkiyeyê de guhertinek çênebûye. Ew siyaseta Îttîhat Terakkiyê di rojevê de ye. Rûyê xwe yê sar û balyozî nîşan da.

Di nav Partiya Nû de derba çêbû. Endamên Partiya Nû dest bi îstifayan kirin. Derket holê ku li pişt Partiya Nû jî hêzên din yên dizî hene.

Pişt re encama ew siyaseta ne demokratîk û qirêj bi awayekî hîn xirab encamek derket holê û her keş şoke kir. Meral Akşenerê wek qet tiştek nebûye vegeriya nav Tîfaqa Milet. Endamên din yên Tîfaqa Milet wek Meral Akşenerê qet ji wan re tiştên giran û xirab negotine, qebûl kirin. Ji raya giştî re jî tiştek nehat gotin. Careke din derket holê ku di siyaseta Tirkiyeyê de însan hecet û wesîta ye.

Diyar e ku beriya hilbijartinê bazarî dê bidomînin. Tîfaqa Milet zêdetir di nav bazariytekê de ye. Tîfaqa Milet xwediyê îdiayê ku dê demokrasiyê li Tirkjiye xurttir bikin û ava bikin. Ji mafên herkesi re dê xwedî derkevin. Tê zanîn ku li Tirkiyeyê mijara Kurd û Kurdistanê mijareke gelek girîng û stratejîk e. Ji bona çareseriya pirsgirêke Kurd û Kurdistanê di mdewletê de guhertineke stratejîk pêwistiyek e. Hezar mixabin dema însan bazariyên Tîfaqa Milet, însan şirove dike dibîne ku pirsa Kurd û Kurdistanê hîç bi awayekî ne di bazarî û rojevê de ye. Zêdetir li pirsên teknîkî û qezençkirina serokkomarî û hilbijartina giştî bazarî heye.

Nûha ji bona Tîgfqa Milet û bi taybetî jî, ji bona CHPê-Kemal Kiliçdfaroğlû bazariya girîng bi HDP/PKKê re xuya dike. Qewimandin û hişmandiya CHP-Kemal Kiliçdaroğlu diyar dike ku di vê bazariyê de jî pirsa Kurd û Kurdistanê tune ye. Beşek kurd jî hêvîdar in ku HDP bi Tîfaqa Milet re di derbarê mafên milî yên neteweya kurd, çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê de bazariyê bike. Ev nêrîna xeyelak e. Ceribandina hilbijartinên bihûrî ku HDP/PKKê piştgiriya Tîfaqa Milet de derketiyê holê ku HDP/PKKê di mijara stratejîk ya Kurd û Kurdistanê de û ji bona mafên neteweyî yên kurdan bazariyê nikare bike.

Tê zanîn ku HDP dibêje ku “ez ne partiyeke Kurd û Kurdistanê me.” Di hemandem li dijî dewletbûna kurdan û mafên kolektîf yên neteweya kurd in. Li dijî Dewleta Federe ya Kurdistanê ye. Li Rojavayê Kurdistanê navê Kurdistanê guhert, kir, “Bakura Sûriyeyê”. Kurdistan bi “Kemera Ereban” nebibû ereb, lê PKK Rojavaya Kurdistanê kir ereb. Li dijî mafên kurdan şer dike û mafên kurdan binpê dike. Loma jî di bazariya wan de mafên neteweya kurd nabe helwesteke stratejîk.

HDP/PKKê dixwazin ku xwe xelas bikin. Ji bona HDPê ji aliyê Dadgeha Makezagonê ve nayê girtin di bazariyê daxazeke wan ya dê bibe xaleke esasî. Azadkirina S. Demîrtaş û kesên wek wî yên endamên HDPê ne, dê daxwaz bikin ku şaredarî ji qeyyûma bên girtin û teslîmî wan bibe. Kesên raste rast mirov nekuştine af bibin. Opreasyonên li Başurê Kurdistanê û li Rojavayê Kurdistanê bên rawestandin û . daxwazên wek van.

Loma ez di encamê de dibêjim ku di bazariya siyasetê de mijara Kurd û Kurdistanê û mafên neteweyî yên Kurdan tune ye. HDP/PKKê jî dê di bazariyê de mafên neteweya kurd nîne rojevê.

Diyarbekîr, 10. 03. 2023







Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

158