Dezgeha Şehîdên Kurdistan - Sûriya serdana malbata şehîd Emîn Silo kir

Jan 19 2023

ARK NEWS... Di salvegera 6an ya şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Mihemed Emîn Ehmed Silo de, şandek ji Dezgeha Şehîdên Kurdistan – Sûriya, serdana malbata şehîd li Duhokê kir.

Şand bi serokatiya Kerîm Mîranî endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya bû, û ji hejmarak ji endamên dezgehê pêk dihat.

Di serdanê de behsa rola şehîd û hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj di şerê rûbirûbûna DAIŞa terorist de hat kirin.

Di roja Çarşemê, 18ê Çileya 2017an de, Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Mihemed Emîn Ehmed Silo ji ber birînên xwe di şerê dijî DAIŞê de li Eskî Mûsil, ku ji aliyê nîşanvanekî DAIŞê ve hatibû armanckirin, şehîd bû.

Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Mihemed Emîn Ehmed Silo, di Fewca Yekê, di nav hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj de, cihê xwe digirt.

Şehîd Mihemed Emîn Ehmed Silo, ji şêniyên gundê Xerabê Reş yê ser bi bajarokê Tirbespiyê ve ye, jidayikbûyê 1994an, taxa Meyselûn ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye.

140