6 sal in, Pêşmergeyê Leşkerê Roj Mihemed Emîn Silo şehîd bûye

6 sal in, Pêşmergeyê Leşkerê Roj Mihemed Emîn Silo şehîd bûye

Jan 18 2023

ARK NEWS... Îro, 18ê Çileya 2023yan, 6 sal li ser şehîdbûna Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Mihemed Emîn Ehmed Silo re, derbas dibin.

Di roja Çarşemê, 18ê Çileya 2017an de, Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Mihemed Emîn Ehmed Silo ji ber birînên xwe di şerê dijî DAIŞê de li Eskî Mûsil, ku ji aliyê nîşanvanekî DAIŞê ve hatibû armanckirin, şehîd bû.

Pêşmergeyê Leşkerê Roj, Mihemed Emîn Ehmed Silo, di Fewca Yekê, di nav hêzên Pêşmergeyên Leşkerê Roj de, cihê xwe digirt.

Şehîd Mihemed Emîn Ehmed Silo, ji şêniyên gundê Xerabê Reş yê ser bi bajarokê Tirbespiyê ve ye, jidayikbûyê 1994an, taxa Meyselûn ya bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ye.

Ş.E

119