Serok Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina Kurdistan TV peyamek belav kir

Serok Barzanî bi helkefta salvegera damezrandina Kurdistan TV peyamek belav kir

Jan 17 2023

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî bi helkefta salvegera 24 saliya damezrandina Kurdistan TV Peyameke pîrozbahiyê belav kir. Naveroka peyamê ev e:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo birêzan serpereştiyar û desteya birêvebirin û hemû karmendên xweşdiviyên Dezgeha Satalayta Kurdistan

Bi helkefta 24 saliya pexşa Kurdistan TV pîrozbahiyeke germ li we dikim û hêviya berdewamî û serkeftinê ji bo we dixwazim, li vê erka we ya pîroz ku xizmetkirine bi dîrok û çand û civaka Kurdistanê.

Cihê xweşhaliye Kurdistan TV her li destpêka karkirinê da bi bawerî û rastgoyî wê erka li ser milên xwe bi cîh kiriye û bûye cihê balkişandina bînerên xwe û welatiyan, her wiha bûye pireke peywendiya di navbera xelkê Kurdistan li navxwe û derve.

Pêwîste Kurdistan TV bi uze û enerjiyeke zêdetir ve berdewam bê li pêdagirîkirina bi çanda Kurdayetî û niştimanperwerî û pêkvejiyanê ew jî li jêr ronahî rêbaza Barzaniya Nemir.

Ew çaverêyiya li Dezgeha Satalayta Kurdistan heye ku wekî herdem mînberê hemû xebatgêr û welatî û pêkhatên Kurdistanê bê û bi şêwazê guncaw girîngî bi dîroka xebata xelkê Kurdistanê û niha û paşeroja mîlletê me bide.

Hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim

Mesûd Barzanî
17.01.2023

125