Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya civîna xwe bi dawî kir û hejmarek biryar standin

Jan 14 2023

ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê duh 13ê Çileya 2023yan civîna ya li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê li dar xistiye, bi dawî kir, tê de rewşa kurdan li seranserî Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir û hin biryar standin.

Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya di daxuyaniya xwe de ragigand ku di demeke nêzîk de kongira xwe li dar dixe, heta lidarxistina kongir, Mihemed Ismaîl weke berdevkê fermî, ta lidarxistina kongir, destnîşan kir.
PDK-Sê da zanîn ku çekdarên PYDê, rêgirî li derbasbûna serkirdeyên Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya, bo Herêrma Kurdistanê kir, û nehiştin beşdarî di civîna serkirdayetiya partî li bajarê Hewlêrê de bikin.
PDK-Sê, rewşa kurdan di siya rêveberiya PYDê ji astengkirina jiyanê û binçavkirina xebatkaran, weke Hisên Silêman, endamê Komîta Navendî, Ednan Rimo û Bilind Mela Ismaîl, gotûbêj kirin, ku bi wan kiryaran, fişarê li ser kurdên mane dikin, da ku koçber bibin û deverê vala bikin. Serbarî berbelavbûna diyardeyên nebûn û hejariyê, herweha diziya berhemên gel ji petrol û çandiyê, gotûbêj kirin.

Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya rewşa gelê kurd li Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê û fişarên ku ji aliyên hin komên çekdar ve rastî tên, gotûbêj kirin, û got bi çi şêweyî be, guhertina demografî li Sûriyê bi giştî û li deverên kurdî bi taybetî red dike, tekezî li ser rêxweşkirinê bo vegera şêniyên Efrîn, Girê Spî, Serê Kaniyê û deverên din bo zêdên wan, vegerandina malên wan û dabînkirina ewlekarî û aramiyê dike.
Serbarê Rojhilatê Kurdistanê, Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya yekbûna du partiyên Rojhilatê Kurdistanê li jêr navê Partiya Demoqrata Kurdistan Îran bilind nirxand, û kiriyarên terorî yên rêjîma Iranê di dermafê gelên Îranî de şermezar kirin.

Di dawiyê de, Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya spasiya Partiya Demoqrata Kurdistanê, li ser pêşwazîkirin û mêvandariya serkirdayetiyê, û pêşkêşkirina hêsankariyan bo serxistina civînê li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê kir, hêvî kir ku waneyan ji kongira Partiya Demoqrata Kurdistanê, ya ku bi saya hişmendiya serok Mesûd Barzanî bi ser ket, wergire.

Ş.E

288