Efrîn... Çekdaran kêlên gorên kurdên Êzîdî şikandin

Dec 17 2022

ARK NEWS… Duh roj Înê, cejna Rojiyên Kurdên Êzîdî bû, weke li her cihekî ku kurdên Êzîdî dapûnerîtên xwe vejandin, cejn pîroz kirin , serdana gorên malbat û kesûkarên xwe kirin., li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê jî tevî rêjeya kurdên Êzîdî gelekî kêm bûye, dîsa jî cejn hat pîrozkirin û vejandin.

Li gundê Burc Ebela, Basûfanê û hin gundên din, kurdan serdana goran kir, û cej li hev pîroz kir, lê li gundê Basûfanê, ji ber çavtengî û nijaperstiya komên çekdar yên artêşa niştîmanî, kîna dilê xwe di gorên wan de derxistin, weke di va dîmenan de xuya dibin, hejmarek ji kêlên goran şikandin.

Li gorî jêderek taybet ku nexwest navê wî were diyarkirin ji ARKê re da zanîn ku li gundê Basûfanê ku gundekî kurên Êzîdiyan e û di bin destê Cebha Elşamiyê ve ye, û gundên din ku Êzîdî tê de mane, her curek tawan tê encamdan, ji girtin, revandin, desteserkirina malûmilkan, guhertina demoxrafî, têkbirina mezarên olî û bi dehan curên din ji zêdegavî û kiryarên nemirovî.

Ji bilî gundê Basûfanê, jêdereke din ji Kefer Nebû û Beradê û navçeyên Şêrawa tekez kir, ku niha bazirganiya firotina êzingan germ e, rojane darên biber û bêber herweha yên çiyayî têne birîn û jêkirin êdî ew dever bûye weke biyabanekê.

LI Efrînê ji dema sala 2018an ji şerê Efrînê bi sedê hezaran ji kurdan dibider, penaber û hatin koçberkirin, di nav wan de para kurdên Êzîdî jî hebûn, ji koka 38 gundan ku kurdên Êzîdî tê de bûn niha rêje gelekî kêm bûye, lê tevî wê yekê jî hejmarek ji malbatên kurdên Êzîdî li ser axa xwe man û rezînebûn malû milkên xwe bi cî bihêlin, wek li her gundekî ta niha bi dehan ji ciwanên kurd yên Êzîdî di zîndanên komên çedkdar de ne û çarenivîsa wan ne diyar e, herweha piraniya mal û zeviyên wan ji aliyên çekdaran ve hatin desteserkirin û tomên nijadperetî li wan de disepînin.

Ş.E

226