Di meha Mijdara îsal de 46 welatiyên kurd hatin girtin
girtin revandin rojhelatê kurdistanê Îran

Di meha Mijdara îsal de 46 welatiyên kurd hatin girtin

Dec 07 2022

Di meha Mijdara îsal de 46 welatiyên kurd bi tohmeta çalakiyên siyasî û sivîl hatine girtin.

Li gorî raportên ku hatine belavkirin, di meha Mijdara îsal de herî kêm 46 welatiyên kurd bi tohmeta çalakiyên siyasî, sivîl, mezhebî û endamtiya partiyên Kurdistanî yên neyarên Îranê hatine girtin.

Li gorî wan raport û belgeyan, rêjeya girtinan li meha Mijdara îsal li gorî meha Cotmeha îsal %20 kêmtir bûye.

Ji wan kesên ku hatine girtin, 37 kes bi tohmeta çalakiyên siyasî û endamtiya partiyên Kurdistanî hatine girtin, 7 kes ji ber çalakiyên sivîl û 2 kes jî bi tometa çalakiyên mezhebî hatine girtin.

Herî zêde li parêzgeha Sine hatine girtin ku 21 kes in. 13 kes jî li parêzgeha Ormiyê hatine girtin û 13 kesênd in jî li Kirmaşanê hatine girtin.

Du kes ji wan kesên ku hatine girtin, jin bûne û yek jî di bin 18 salî re bûye.

J.. Hengaw

261