Ji ber êrîşa Îranê li ser Kurdistanê 9 şehîd û 32 birîndar in

Ji ber êrîşa Îranê li ser Kurdistanê 9 şehîd û 32 birîndar in

Sep 28 2022

ARK NEWS... Îro 28ê Îlûna 2022yan, gundên navçeya Koyê li Herêma Kurdistanê rastî êrîşeke tund ji aliyê balafirên Îranî ve hatin, di encamê de şehîd û birîdar ketin.

Di wê êrîşê de Sê baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê, di encama bombebarana Îranê de, hatine armanckirin, tê de şehîd û birîndar hene. Ji aliyê xwe ve, Tendirustiya Herêma Kurdistanê ragihand: Di encama bombebarana Îranê de ta niha 9 şehîd in, û 32 birîndar in. Herweha xwendekar û sivîlên gundên Koyê ji ber bomberbarana Îranê de berê xwe dan deverên ewleh.

Nûçegîhanê kenala Kurdistan 24, Soran Kamran jî, dema romalkirina êrîşa Îranê, li navçeya Alton Koprê birîndar bû niha rewşa wî ne baş e.

Serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê destdirêjiya li ser serweriya Herêma Kurdistanê ji aliyê Îranê ve şermezar kir, û banga rawestandina bomberbaranê kir.

Ş.E

205