Keça şehîd Mehmûd Walî: PYDê bavê min şehîd kir

Keça şehîd Mehmûd Walî: PYDê bavê min şehîd kir

Sep 20 2022

ARK NEWS... Îro 10 sal li ser terorkirin û şehîdkirina Mehmûd Walî, endamê emîndariya giştî ya ENKSê li bajarê Serê Kaniyê re derbas dibin, hîn jî PYDê ku di wê demê ta roja weke îro xwe deshelatdar dide nasîn bêdeng e û lêkolînek derbarê vê terorkirina siyasî de venekiriye.

Şehîd Mehmûd Walî, yek ji damezrênerên tevgera ciwanên şoerşger li Serê Kaniyê bû, ji dema ku şoerşa Sûriyê dest pê kiriye beşdarî di şoreş û tevgera aştiyane de kir, lewma hate armanckirin û kuştin.

Di vê derbarê de keça şehîd Walî di lêdwaneke taybet ji ARKê re ragihandibû ku PYDê û çekdarên bi ser ve ew teror kiriye, ku beriya were kuştin rastî gefan dihat.

Hemrîn Walî da zanîn jî ku bavê wê û ciwanekî din bi navê Mehemed Biro dema ji karekî partîzanî ji herêma Kurdistanê vedigeriyan bi hev re ji aliyê dewriyeke hevbeş ji ewlekariya leşkerî ya rêjîma Esed û PYDê ve hatin binçavkirin û ji bo zîndaneke rêjîmê hatin birin. ji ber dest ji kar û xebata xwe berneda careke din ji aliyê PYDê ve hat revandin û bi şêweyekî tund rastî lêdan û eşkenceyê hat.

Weke keça Mehmûd Walî tekez kiriye ku di 20 Îlûna 2021ê de ji aliyê kesekî devnixumandî hate terokirin û şehîd bû.

Li Rojavayê Kurdistanê ji dema ku PYDê deshelatdarî ji rêjîma Esed wergirtiye, ta roja weke îro bi sedan ji tawan di stûyê wê de ne, ji terokirina serkirdeyên ENKSê û alîgirên wê herweha malbatên welatparêz û niştîmanperwer, çalakvan û rojnamevanan dest pê kir, ta roja weke îro ev kiriya berdewam dikin.

281