Daxuyaniya Encumena Niştîmanî  ya Kurdî li Sûriyê derbarê seredana wan ya Moskoyê

Daxuyaniya Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê derbarê seredana wan ya Moskoyê

May 30 2018

Piştî ku şandek ji Encumena Niştîmanî ya Kurdî seredana Rûsiyê kirin îro 30/5/2018 ENKSê daxuyaniyek derbarê civîna xwe belav kir
daxuyaniya Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê ev e ;
Roja 29.05.2018an şandeke Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi serokatiya Birêz Si'ûd Mela û endamtiya her yek ji Birêz Kamîran Haco û Ibrahîm Biro û Hewas Egîd bi Birêz Mîxaêl Bogdanof Şandeyê serokê Rosiya yê taybet bo Rojhilata Navîn û Efrîqiya û cîgirê wezîrê derve yê Rosiya û herdu alîkarên wî li avahiya Wizareta Derve ya Rosiyê re li Moskoyê civiya.
Herdu aliyan hejmarek pirsên siyasî li Sûriyê bi taybet piroseya siyasî ji bo çareseriyeke siyasî li gorî beyanameya Civêv1 û biryara navdewletî 2254 gengeşe kirin, pirsa Komîta Destûrî jî hat gengeşekirin û tekezî li ser giringiya gerentiya mafên hemû pêkhateyên Sûriyê di destûra Sûriyê ya pêşerojê de bi taybet mafê gelê kurd li Sûriyê hat kirin.
Encumena Niştîmanî jî ji aliyê xwe ve tekezî li ser wê yekê kir ku divê Sûriyaya pêşerojê dewleteke fidralî firehalî dîmuqratî be.
Rewşa niha li Efrînê û giringiya vegera welatiyan bo navçeyên xwe û dabînkirina aramî û cêgîriyê û rêvebirina navçeyê ji aliyê xwelkê xwe ve û dûrketin ji her babeta ku peywendiyê navbera pêkhateyên Sûriyê de aloz bike û bi taybet metirsiya ji pirsa guhertina demografî hat gengeşekirin.
Aliyê Rosî jî tekezî li ser giringiya peywendiyê bi Encumena Niştîmanî re di Sûriyaya Pêşerojê de ji bo parastina pêkvejiyanê navbera hemû pêkhateyên Sûriyê û giringiya danûstandinan navbera hemû aliyên peywendîdar ji bo gerentiya pêşerojeke aram û demoqrat û azad ji bo civaka Sûriyê, kir.

Şanda Encumena Niştîmanî ya Kurdî
Mosko 30.05.2018

677