PDK-S: Rewşa Rojavayê Kurdistanê aloztir dibe

PDK-S: Rewşa Rojavayê Kurdistanê aloztir dibe

Jul 05 2022

ARK NEWS... Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê raporta xwe ya siyasî ya meha Hezêranê belav kir, tê de behsa hejmarek mijar û babetên girêdayî bi rewşa Sûriyê bi giştî û ya Rojavayê Kurdistanê bi taybetî, rewşa Îraq û herêma Kurdistanê kiriye.

PDK-Sê di destpêka raporta xwe de ronahî xistiye ser xirabûna rewşê li seranserî Sûriyê bi giştî ji hemû waran ve siyasî, abûrî, ewlehî û civakî bi sedema derengketina dîtina çareseriyek siyasî ji Sûriyê re, û nakokiyên navbera welatên zilhêz yên ku destwerdanê di Sûriyê de dikin mîna Emerîka, Rûsiya, Turkiyê û Îran ku her aliyek li gorî berjewendiyên xwe hemahengiyê û tevgerê dike.

Herweha raporta PDK-Sê behsa lawazbûna rola opozisyona Sûriyê kir û got roj bi roj opozisyon ber bi paş ve vedgere lewma pêwîstiya wê bi dubare rêxistinê heye û lêvegerekê di peywendiyên xwe de li ser asta Navdewletî bike, bi taybet welatên ku piştevaniya wê dikin.

Derbarê rewşa deverên kurdî li Rojavayê Kurdistanê PDK-Sê di raportê de ronahî xiste ser xrabûna rewşê bi giştî ji berdewamiya kirîzan, xirabûna rewşa xizmetguzarî, nebûna ewlehî û aramiyê bi giştî ku di dema dawiyê de proseyên diziyê zêde bûye, serbarî berdewamiya revandina zarokên jêr h18 salî û endamên ENSKê û metirsiya ku di nava welatiyên kurd dirust bûye ew jî bi sedema gefên Turkiyê û egera encamdana operasyoneke Tirkî nû li ser deverê.

Di dawiya raporta xwe de Partiya Demuqrata Kurdistan – Sûriya PDK-Sê behsa êş û azarên kurdan li hersê navçeyên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê yên di bin kontrola Turkiyê û komên çekdar de kir û got roj bi roj asta kiryar û binpêkirinên komên çekdar ji girtin , binçavkirin, desteserkirin û sepandina bacan li hersê deveran zêdetir dibe, ku ta roja îro ew kiryar û binpêkirin berdewam in.

265