11 pirisiyar derbarê Komîteya Destûrî ya Sûriyê

11 pirisiyar derbarê Komîteya Destûrî ya Sûriyê

Oct 19 2018

1- Kengî biriyar li ser avakirina Komîteya Destûrî hatiye standin?

Avakirina Komîteyeke Destûrî yek ji xalên dawînameya Kongirê Danûstandina Niştîmanî yê Sûriyê bû, ku di 30ê Çileya 2018an li Sotçî, li Rosiyayê hat lidarxistin, ew jî li gorî biriyara 2254 ya Encumena Ewlekariya Navdewletî.

2- Biryara 2254 çi ye?
Biriyara 2254 di 18.12.2015an de hatiyê derxistin, daxwaz ji hemû aliyan dike ku yekser êrîşan li dijî armancên sivîl rawestînin, û tekezî li welatên endam di Encumena Ewlekariya Navdewletî de dike ku piştevaniya hewlên bicîkirina agirbestê li Sûriyê bikin.

3- ErkêKomîteya Destûrî çi ye?
Berhevkirina destûreke nû, yan pêkanîna guhertinan di destûra niha ya Sûriyê de.

4- Çend lîste ji bo Komîteya Destûrî hene?
3 lîste ne:
-Lîsteya Rêjîmê
-Lîsteya Opozisiyonê
-Lîsteya Civaka Sivîl

5- Hejmara berbijêrên her lîsteyê çend in?

-Lîsteya Rêjîmê: 50 berbijêr
-Lîsteya Opozisiyonê: 50 berbijêr
-Lîsteya Civaka Sivîl: 50 berbijêr, wê ji aliyê Dî Mestora ve werin destnîşankirin.
6- Kengî her alîyî lîsteya xwe pêşkêş kir û ji bo kê?
-Rêjîmê di 26.05.2018an lîsteya xwe radestî Rosiya û Îran weke aliyên gerentor di Astanayê de, kir.
-Opozisiyonê bi navê Desteya Danûstankar ku ji 7 laşên siyasî pêk tê, di 05.07.2018an de lîsteya xwe radestî Turkiyê weke yek ji welatên gerentor di Astanayê de, kir.
- Lîsteya Civaka Sivîl ji aliyê Dî Mestora ve tê destnîşankirin.

7- Çend endam wê ji berbijêran ji bo Komîteya Destûrî werin hilbijartin?
45 endam:
-15 endam ji Rêjîmê.
-15endam ji Opozisiyonê.
-15endam ji Civaka Sivîl

8- Kengî Komîteya Destûrî wê were avakirin?
Tê pêşbînîkirin di dawiya Cotmeha 2018an de were avakirin.

9- Rêjeya kurdan di Komîteya Destûrî de çawa ye?
Kurd wê di Komîteya Destûrî de bi rêya 4 aliyan beşdar bibin
-Di rêya nûneratiya Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê di Kiwalisiyona Niştîmanî ya Opozisiyona Sûriyê de.
-Di rêya hebûna Encumena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê weke laşekî serbixwe di Desteya Danûstankar de.
-Di rêya lîsteya Civaka Sivîl.
-Di rêya nûnerên ENKS di nava tîma pisporan de.

10- Hejmara endamên kurd di Komîteya Destûrî de wê çend be?
8 ta 10 endam ji tevahiya 45 endaman ( di rêya Kiwalisiyon, Desteya Danûstankar û Civaka Sivîl re)
11- Pêngava piştî Komîteya Destûrî çi ye?
Hilbijartin

682