Turkiyê hijmarek ji welatiyên Efrînê serbest berdan û hîn çarenivîsa girtiyên kurd li cem PYDê ne diyar e

Turkiyê hijmarek ji welatiyên Efrînê serbest berdan û hîn çarenivîsa girtiyên kurd li cem PYDê ne diyar e

May 30 2018

Roja pênşemê10/5/2018 Artêşa Turkiyê hin girtî li Efrînê serbest berdan, ku berî demekê ew ji aliyê Artêşa Turkiyê ve li Efrînê hatibûn girtin.

Çalakvan Ehmed Şefî Bîlal beriya mehekê hatibû binçavkirin , hunermend Eslan Can ku di 3/4/2018 hatibû binçavkirin, dermansaz Reşîd Mihemed, û endezyar Yehya Eyûbî, û hijmarek ji sivîlan di 10ê meha 5an 2018an li navenda Efrînê serbest hatin berdan, herwiha beriya demekê jî wênegir Dilşan Qereçol û zozan Beşîr ji zîndanê serbest hatibûn berdan .

Çalakvan Şoreş Efrînî ji ARKê re ragihand : biryara serbestberdanê bû cihê kêfxweşiya xelkê Efrînê û got herdem pirsa çarenivîsa girtiyên kurd di zîndanên PYDê de tê kirin, bi taybet Ebdilrehman Apo, Idrîs Elo û Ehmed Sîdo.

Di 12ê /7an /2017an Endamê Komîta Navendî ya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriye Ebdilrehman Apo ji aliyê çekdarên PYDê ve li Efrînê hatibû revandin, û jibo zîdana reş ya li navçeya Raco hatibû birin.

Di 8ê /11an /2013an Idrîs Elo ji aliyê heman çekdarên PYDê ve li Efrînê hatibû revandin, herwiha di 10ê /9an /2013an Ehemed Sîdo li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatibû revandin. Û herdû endamên PDK-Sê ne.

Dema derbasbûna Artêşa Turkiyê û destdanîna ser navçeya Raco tu girtî di zîndana reş de tune bûn. Li gor çalakvanan ku dema PYDê ji Efrînê vekişyane di 18ê/3an/2018an girtî hemû bu xwe re birbûn deverên derdora Helebê, û ta niha tu agahî û zanyarî li ser girtiyên kurd ên di zîndanên PYDê de bûn li Efrînê tune ne.

Şêxo Efrînî

537