Serpêhatiya jina ku 12 çekdar kuştine

Serpêhatiya jina ku 12 çekdar kuştine

Jun 08 2022

Serpêhatiya jina ku 12 çekdar kuştine
Can Kurd 6-6-2022

Di kovara "Erîsale" de, ku kovareke hefteyî bû, ji bo wêje, zanîn û huneran, li Qahîre derdiket û sernûserê wê Ehmed Hesen Ezzeyyat bû, hejmar 347, roja 26.02.1940, di rûpel 353 de, xanima rewşenbîr Senîh'e Emîn Zekî, kurteçêrokeke rastejiyanê bi sernavê "Wêrekiya jineka Kurd" belav kiribû, ez dixwazim kurtiya wê ji We re di vir de bi Kurdî binivîsim:

"Malmezinekî Kurd hebû, bi ciwanmêriya xwe de pir navdar bû, wêrek û di nav êl û axan de bi nav û deng bû. Ew Kurd xudan gelek mal û zevî bû, û bo wî baxekî mezin jî hebû, wî û hevjîna wî pir ji hevdu hez dikirin, û herroj li hespên xwe piştesp (suwar) dibûn û di nav mal û êla xwe re digeriyan, her yek jî bi tivingeke li bar bû, kesekî newêrî bû zora wan bibe.

Rojekê paşayekî Turkan hate wê navçeyê û bi darê zorê gelek xok û pac ji gelê wî yê Kurdî standin, lê pilana wî wilo, ku serêlê Kurd ji xwe ve nêzîk be, da nebe neyarê wî.
Paş demekê çavêd paşayê xiniz li jina wî Kurdî ketin û nema kanî bû çelengiya wê ji hişê xwe bavêje. Rabû di nav baxçeyan de xwe ji wê ve nêz kir, da wê ji rê derîne, lê wê pir ji mêrê xwe hez dikir û lew re mêrê xwe bi wê xiniziya paşayê turk haydar kir.

Mêrê wê got: "-Ji xwe ez dixwazim wî bikujim, ji ber ku wî bi darê zorê gelek pere û zevî ji hejarên me standine, û niha wî kuştin li xwe heq kir."

Mêrê wê xanimê rahişt tivinga xwe û berê xwe da danîşgeha paşa. Paşa yekser têgihîşt, ku ev Kurdê bi tiving bo xûnrijandinê hatiye, ferman da peyrewên xwe û berî serêlê Kurd bigihîne ba wî, ji her aliyekî ve gulle beredanê û di cîh de kuştin.

Xanima Kurd zanî, ku mêrê wê li wê venagere, gava wê teqreqa tivingan bihîst û zanî, ku wê paşa peyayêd xwe bişîne mala wê, da bi darê zorê wê ji xwe re bistîne û li xwe marbike.

Bi lez û bez ew ber bi tivinga xwe ve beziya, ew dagirt û di deriyê danîştgeha xwe de li benda hêrişkaran rawestiya. Ewana hatin, hemî bi xencet û çek û debanan. Ne tenê yek an du, duwanzdeh çekdar û li gel wan jî mezinê wan, ê ku fermana revandina xanima Kurd ji paşayê xwe girtiye.
Di navbera wan û xanimê de pevçûneke xwînî çêbû û demeke dirêj xanima wêrek di ber xwe û di ber namûsa mêrê xwe de berxwedan kir. Li dawiyê laşên duwanzdeh çekdaran li hewşa mala wê şêrjinê balav bûn, û wê naskir, ku bêtir wê berxwedanê, ew nikane xwe biparize, lew re bang kir, got: "-Ez amade me xwe bidim dest we, lê bila mezinê we bi xwe derbas bibe mala min, ez ê tivinga xwe bidim destê wî."

Mezinê çekdarên kuştiyan di deriyê malê re derbas bû û ji nişka ve qurşînek hat li orta eniya wî ket, ew jî wekî çekdarêd xwe hate kuştin.
Di destê xanima wêrek de tenha yek qurşîn ma bû, wê devê lûla tivinga xwe da bin çenga xwe û xwe kir qurbaniya namûs xwe û ji bo rûmeta gel û mêrê xwe.
((Mixabin, xanim Semîh'e, ya ku ev bûyer bi Erebî nivîsandibû, gotiye: Ez niha navê wê jina Kurd a wêrek û yê mêrê wê nabêjim.))



Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

455