Du malbatên kurd vegeriyan navçeya Şiyê ya Efrînê
ARK NEWS... Tevî astengî û rêgiriya PYDê û binpêkirinên komên çekdar, rojane pêla vegerê ber bi herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ve berferehtir dibe, herdem malbat di rêyên zehmet û tengav re, berê xwe didin zêden xwe.
Jêderên xwecihî ji ARKê re dane zanîn ku Ji serê sale ve pêla vegerê nehatiye rawestandin, bi sedan malbat ji kampên Şehbayê, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, Lubnanê, Turkiyê û hin bajarên din vegeriyane û ta niha pêl berdewam dike.
Li gorî jêderên xwecihî: Duh du malbat vegeriyan navçeya Şiyê, li gorî dawîn amara Herî dawiyê û ji dema pêla berçav dest pê kiriye zêdetirî 750 malbatî vegeriyane, warên xwe.
Ş.E
459
