Pêdirson: Îro gera 8an ya karê komîta destûrî bi rê ve diçe

Pêdirson: Îro gera 8an ya karê komîta destûrî bi rê ve diçe

May 28 2022

ARK NEWS... Şandiyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê ragihand, gera nû ya civînên karê komîta destûra Sûriyê ya nû, dê roja 28 Gulanê li Cenêvê bi rê ve biçe .

Gêr Pêdirson şandiyê Navdewletî yê taybet bo Sûriyê piştî hevdîtina li gel wezîrê derve yê rêjîma Sûriyê Feysel Miqdad li paytexta Sûriyê, di daxuyaniyeke rojnamevanî ragihand, di civîna li gel wezêrê derve yê rêjîma Sûriyê behsa lidarxistina gera nû ya civînên komîa destûrê hate kirin û biryare îro roja 28 Gulanê gera nû li Cenêvê dest pê bike, û hêvî kir ku ev gera nû erînî be.

Komîta destûra Sûriyê ya pêşerojê roja 25 Adara borî karê gera heftemîn li Cinêvê bi dawî anî, bê ku kongira dawî were lidarxistin.

460