Hesûn : Penaberên Sûriyê  kujerên bi kirê ne .

Hesûn : Penaberên Sûriyê kujerên bi kirê ne .

Oct 15 2018

Çalekvanên Sûriyê li ser torên civakî parçe vîdiyoyek belav kirine tê de muftiyê rêjîma Sûriyê Ehmed Hesûn êrîşî penaberên Sûriyê yên ku penaberî welatên Ewropayê bûne dike û wan bi navê kujerên bi kirê binav dike piştî ku ji Sûriyê reviyan û bi ser ne ketin.

Di wê parçe vîdiyoyê de dema ku muftiyê rêjîma Sûriyê Ehmed Hesûn bi şandeke Swêdî bi serokatiya endamê perlemanê civiya bû dibêje ku bi hêvî ye ku welatên Ewropayê ji wan agadar û hişyar bin û piraniya wan- mebest jê penaberin - bi kirê hatibû bi karanîn wek endamên ( black water )ya Emerîkî ku li hember pereyan şer li Sûriyê dikrin..


Hesûn serbar dike ku ne Emerîka û ne Birîtaniya pêşwezî li wan kirin lê ew fêrî kuştinê û şer kirin û ji ber wê yekê berê xwe dan Elmaniya û Siwêd û Nerwêc û Nemsa û Turkiyê û hin welatên din .

Muftiyê rêjîma sûriyê Ehmed Hesûn derbarê penaberan de li ser rûpela xwe ya fermî Ragihand bû ku penaber du beşin yek ji wan rewşenbîr û bê guneh in û sitemdarin û neçar bûne berê xwe bidin wan deran û beşek ji kiryarên kuştin û terorî kirin wek endamên kum spî ango berevaniya sivîl dikirin û dive werin sizadan û dadgehkirin.

Di destpêka şoreşa Sûriyê Hesûn gef arestî welatê Ewropayê kir eger tu hewl ji bo ermanckirina rêjîma Esed bikin ku bi sedema bombebarankirina rêjîma Esed ji welatiyên sivîl re û ji gund û bajaran re bi milyonan xelk derbider û penaber bûn.

Ş.E





599