Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê destkeftineke girîng ya tevgera rizgarîxwaza Kurdistaniyan bû

Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê destkeftineke girîng ya tevgera rizgarîxwaza Kurdistaniyan bû

Mar 11 2022

ARK NEWS... Serok Mesûd Barzanî bi helkefta 52yemîn salvegera rêkeftinnameya 11 Adarê nameyek belav kir. Naveroka nameyê wiha hatiye belavkirin:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi bilindî bîranîna pencih û du saliya rêkeftinnameya yanzdehê Adarê dikîn ku destkefteke girîngê tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê bû.

Li encama pêdagirî û xweragiriya gelê Kurdistanê û şoreşê, bi rêberayetiya cenabê Barzaniyê Nemir rejîma Iraqê hate neçar kirin ku li yanzdehê Adara 1970 dan de yekem car û bi awayeke fermî beşek ji mafên gelê me da qebul bike.

Yanzdehê Adara 1970, belgeyeke rûne li serkeftina şoreş û îradeya rewaya gelê Kurdistanê li ser înkariya nehezên gelê Kurdistanê û hewlên wan ya ji jêbirina gelê me. Rêkeftinnameya yanzdehê Adarê berhemê xebat û cangoriya Pêşmerge û hemû çîn û pêkhatên olî û neteweyiyên Kurdistanê bû. Ew xebata bi navê berqerarbûna pêkvejiyanê û şeraket û dadperwerî û aştiyê da berdewam bû û gihîşte encamê.

Raste piştî rêkeftina yanzdehê Adarê jî rejîma Iraqê rêya peyman şikandin û înkariyê li ber girt, lê belê îradeya gelê me ji bo berdewamiya xebat û xwe bi dest ve nedanê her berdewam bû û bû sedema bi desthatina destkeftên mezintir.

Li salvegera rêkeftinnameya yanzdehê Adarê da tekez li ser peyama aştîxwazane û pêkvejiyana gelê Kurdistanê dikîn û ewe jî dûpat dikîn ku li her rewş û li bin her guşarek da îradeya gelê Kurdistanê naşikê û Kurdistan destberdarê azadî û mafên xwe yên rewa nabê.

Mesûd Barzanî
11.03.2022

305