Papayê Vatîkanê: Ev e 10 sal in şer li Sûriyê berdewam e

Papayê Vatîkanê: Ev e 10 sal in şer li Sûriyê berdewam e

Dec 28 2021

ARK NEWS... Bi helkefta cejna sersala zayînê Papayê Vatîkan nameyek aştiyê belav kir, û tê de behsa karesetên ku hatine rûdan li seranserî cîhanê kirin.

Papayê Fransîs di nameya xwe de behsa rewşa Sûriyê kir, û got ku ev e bêhtir ji 10 salan e û Sûriyê di şer de dijî, di encamê de jimareyek mezin bûne qurbanî û derbider û koçber bûne.

Papayê Vatîkan di heman nameya xwe de got pêwîst e, êş û azar û derdeseriya koçber, penaber, girtiyên siyasî û jinên ku bûne qurbaniyên tundûtujiyê neyên paşguhxistin.

694