Pêşmergeyên Roj nûneratiya me dikin

Pêşmergeyên Roj nûneratiya me dikin

Nov 19 2021

Pêşmergeyên Roj nûneratiya me dikin
Şêxo Efrînî

Navê pêşmerge cihekî diyar û berçav di dîroka kurdî de heye, her dilsozek û wefadarek navê pêşmerge li ser sînga xwe daniye û pê serbilind û serfiraz e.

Di dirêjahiya dîrokê de, tu carî me nebihistiye ku hêzên pêşmerge girtine ser malan yan êrîş kirine da ku kesekî bi neçarî bibin leşkeriya bizorê, berûvajî wê yekê diruşma pêşmergayetiyê ew e ku her kesek dixwaze tevlî wan bibe bila kerem bike were, û her kesek şer naxwaze dikare bi malbata xwe re bimîne. Niha jî pêşmerge navekî xwe giran di herêma Kurdistanê de heye, dîsa jî tu kes bi neçarî nebirine şer, û tevlîbûn ne bi neçarî ye.

Lê li Rojavayê Kurdistanê babet cuda ye, PKKê û destekên wê HSDê YPGê, YPJ,ê asayîş, Ciwanên Şoreşger, sîxor û çekdarên bi navên din, karê revandina zarok û ciwanan ji herdu regezan nêr û mê dikin û wan direvînin. Ji 2011an ji dema ku PYDê deshelatdarî ji rêjîma Sûriyê wergirtiye bi hezaran zarok û ciwan bi neçarî tevlî şer kirin, hîn jî tawana dijî zarokatiyê û bêparkirina wan ji maf û erkan berdewam e.

Boneya vê axaftinê berdewamiya ragihandina PYDê û PKKê bi sifkatîpêkirina bi pêşmergeyan e û binavkirina wan bi nandoz û çeteyan e. Baş e hêzên Pêşmergeyên Roj çi nandozî kirine û kengî bûne destek bi destê dujmanan de?
Çend zarok revandine?
Çend serkirde û xebatkar teror kirine?
Çend bajar firotine?

Bersiv ne yek jî. Ji ber ku hêzeke xwedî bawariyeke mezin e, li ser bingeha rêbaza kurdayetiyê ava bûye û di şerê rûbirûbûna DAIŞê sala 2014an û di sala 2017an li herêma Kurdistanê destanên bêhampa li dijî Heşda Şabî tomar kirin. Ji bilî wê jî di tu şerekî de beşdar nekirine û li benda vegera xwe ne. Li hember de PKKê û destekên wê li Rojavayê Kurdistanê çi kirine û çi nekirine wek nimûne!!

1- Bazirganî bi Efrîna Rojavayê Kurdistanê kirin sala 2018 radestî Turkiyê kir.

2- Sala 2019an heman bazirganî bi Serê Kaniyê û Girê Spî kir û dîsa radestî Turkiyê kir. Di encama wê bazirganiyê de bi sedê hezaran ji şêniyên kurd, derdora melyonek kurd ji warên xwe bêpar man, di şûna wan de nandozên ereb bi cî bûn.

3- Bi hezaran ji ciwanên kurd dane şehîdkirin û kirin qurbaniya bajarên erebî wek Reqa, Dêrezorê, Munbic,Tebqa û Til Rifetê.

4- Bi hezaran ji ciwana neçar kirine koçber bibin ji ber leşkeriya neçar reviyan.

5- Kîn û zikreşî di nav ereb û kurdan de çê kirin

6- Sîstema felsefeya rêber Apo li ser xwendekaran sepandin û nifşek pê nifşekê bêçarenivîs hiştin.

7- Bi sedan serkirde, xebatkar û malbatên niştîmanperwer teror kirin û sirgun kirin.

8- Jiyana siyasî nehiştin, bi tenê alîgirên xwe li derdora xwe hiştin.

9- Planên qirêj ji bo çavên neketina rêjîma Sûriyê encam dan.

10- Serkirdeyên welatparêz armanc kirin wek Nesrdeîn Birhik, Meşel Temo, Bahzad Dorsin, Fûad Îbrahîm, Îdrîs Elo, Ehemd Sîdo, Mehmûd Walî û bi dehan serkirdeyên din.

11- Komkujî di dermafê welatparêzan pêk anîn wek komkujiya Şêx Henan, Burc Ebdela, Amûdê, Şêxo Şiyê û bi dehan komkujiyên din.

12- Çalakvan armanc kirin wek Ciwan Qetne, Welat Hisî, Şêrvan Sîdo, Dr. Şêrzad.

13- 8 Efserên kurd yên ji artêşa rêjîma Sûriyê û bi dehan fermandarên li dijî rêjîmê revandin û bêçarenivîs hiştin.

14- Civaka kurdî ji hev xistin, dujmantî navbera malbatê de çê kirin.

15- Ta niha kar ji bo radestkirina bajarên din ji bo Turkiyê dikin, û herdem buhaneyan bi bilindkirina wêneyên PKKê li Rojavayê Kurdistanê diafrînin. Lîsteya karê wan dûr û dirêj e.

Bi dehan tawanê din bi destê PKKê û destekên wê hatine encamdan, pêşmergeyên Leşkerê Roj ji wan tawanan bêguneh in, berûvajî hêzeke netewî ji bo rizgarkirirna welêt ji dest neyaran hatine damezrandin û xebatê dikin.

Ez bawer im diyar bû ku kîjian alî ketiye xizmeta dujmin û bûye destek, ji ber van sedeman û gelek sedemên din Hêzên pêşmergeyên Leşkerê Roj nûneratiya me dikin.

Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

498