Serok Barzanî: Giştpirsiya Kurdistanê serkeftineke mezin û dîrokî bû

Serok Barzanî: Giştpirsiya Kurdistanê serkeftineke mezin û dîrokî bû

Sep 25 2021

ARK NEWS... Di çaremîn salvegera giştpirsiya serxwebûna herêma Kurdistanê de, serok Mesûd Barzanî îro 25ê Îlûna 2021ê, peyamek belav kir tê de pîrozbahiya gelê Kurdistanê kir.

Serok Mesûd Barzanî peyamek li jimareya xwe ya fermî li tora civakî ya twîterê de belav kir û got:

Rêjeya 93ê ji sedî dengdana bi belê ya xelkê Kurdistanê di giştpirsiya Kurdistanê de, serkeftineke mezin û dîrokî bû.

Serok da zanîn: Li salvegera wê serkeftinê de, pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê û destxweşiyê li wan qehremanan dikim ku xwe neçemandin û çavên wan maç dikim.

Ş.E

656