PDK-Sê bi koçadawiya Eqîd Hisên Hemze sersaxî belav kir
ARK NEWS... Serkirdayetiya nivîsgeha Herêma Kurdistanê ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya nûçeya koçbarkirina endamê desteya rawêjkariya xwe eqîd Hisên Hemza blav kir.
Roja Duşemê serkirdayetiya nivîsgeha Herêma Kurdistanê ya Partiya Demoqrata Kurdistan - Sûriya PDK-Sê, birûskek behîdariyê ji koçadawiya endamê desteya rawêjkarî ya PDK-Sê eqîd Hisên Hemza blav kir, tê de ragihand, ku bi dilekî xemgîn me nûçeya koçbarkirina eqîd Hisên Hemze piştî rûbirûbûna nexweşiyek giran radgihînin.
Di birûska behîdariya serkerdayetiya PDK-Sê di hatiye jî, ku Hisên Hemze yek ji efser di nava rêzên pêşmegeyê Roj debû û endamê desteya reawêjkarî ya PDK-Sê bû, û bi vê boneya xemgîn em serxweşiyê li serkerdayetî, rêxistinên partiya xwe, serkerdayetiya Leşkerê Roj, hemû hevalên wî yên pêşmergeyên qehreman, malbat û hemû kesûkarê wî dikin. Xwedê sebir û aramiyê bide hemûyan.
Her li gorî birûska PDK-Sê dê şîna eqîd Hisên Hemze li ofîsa rêxistina Domîz ya PDK-Sê were lidarxistin.
Eqîd Hisên Hemze piştî ku rastî nexweşyek giran hat hikûmeta Herêma Kurdistanê ew ji bo welatê Hindistanê şand da ku careseriya xwe wergire û neştegerî jê re were kirin, lê roja Duşemê 20 Eylûnê koça dawî kir.
451
