
ARK navên 10 revandiyên ji aliyê PKKê ve diyar dike
ARK NEWS... Ciwanên Şoreşger, çekdarên bi ser PKKê ve li Rojavayê Kurdistanê , bi karê revandina zarokan û şuştina mejiyên wan radibin, da ku wa zarokan perwerde bikin û guncaw bibin ku û tevlî şer û cengên birêkarî de bikin.
Her demekê navên zarokên ku hatine revandin û xapandin têne diyarkirin, serbarî bi sedan ji ber sedem û hokarên ewlehî nikarin navên zarokên xwe yên revandî diyar bikin. Qurbaniyên herî dawiyê 10 zarok ji bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê ne, ku di vê dema dawiyê de hatine revandin, tenê 3 ji wan hatine berdan, 7 jî çarenivîsa wan ne diyar e:
Li gorî navên ku ARKê belge kirine ev in:
Fehid Misto jidayîkbûyê 25ê Îlûna 2005an, ji gundê Girdê yê Kobanê, di 4ê Îlûna 2021ê de hatiye revandin.
Herdu derbiderên Efrînê, Kawa Birîmo û Ciwan Hebeş yên 16 salî di 19ê Tebaxa 2021ê de li taxa Şêx Meqsûda Helebê hatine revandin.
Dane Îmad Silêman, jidayîbûya 2006an, di 26ê Tebaxa 2021ê de li Qamişlo hatiye revandin.
Derbiderê Efrînê Mihemd Îbrahîm Caro, jidayîbûyê 2005an, ji gundê Aşka Rojava yê Efrînê, di 21ê Tebaxa 2021ê de li Pêşesaziya Qamişlo hatiye revandin.
Wail Ednan Îbrahîm jidayîkbûyê 2007an, di 24ê Tîrmeha 2021ê de li Qamişlo hatiye revandin, tevî ku Mezlûm Kobanê soza vegerandinê daye lê hîn jî cî bi cî nekiriye.
Ehid Emîn Ebdulxenî, 16 salî ji pêkhatiya erebî ye, ji taxa Eltey ya Qamişlo hatiye revandin.
Koçberkiriya Efrînê Fatme Îdrîs Nesan, ji gundê Qijûma yê Efrînê ji kampên Şehbayê di 20î Tebaxa 2021ê de hate revandin, lê piştî banga bavê wê serbest hate berdan.
Ehmed Ebdulbaqî Rimo, jidayîkbûyê 2005an, di 12ê Tebaxa 2021ê de hat revandin, lê piştî fişarek ragihandinî hate berdan.
Sîmav Elosman, jidayîbûya 2008an, di 9ê Tebaxa 2021ê de li Qamişlo hate revandin, ew jî piştî demeke kurt ji riswakirina kiryarên revandina zarokan serbest hate berdan.
Ji bilî zarokên ku di vê dema dawiyê de hatine revandin, malbata Dilêr Mihemed Sidîq, jidayîbûyê 1996an, bangek belav kir ku û got di 19ê Tebaxa 2014an de winda bûye.
Agahiyên bi destê ARKê dibêjin ku bi tenê li taxa Şêx Meqsûda Helebê ku piraniya nişteciyên wê kurd in, di 19ê meha bûrî de 23 zarok hatine revandin, bi tenê navên Ciwan û Kawa hatine eşkerkirin.
Ev yek di demekê de tê, fermandarê QSDê Mezlûm Kobanê, rêkeftinek bi nûnera taybet ya netewên yekgirtî bo karûbarên zarokan, Vêrciniya Gamba re di sala 2019an de îmze kiriye, lê tu pebendî bi wê rêkeftinê nayê kirin, tevî bangên malbatan ji bo vegerandina zarokan, berûvajî wê yekê helmet berferhtir dibe, ew yek jî dihêle ku pêla koçberî û penaberiyê kûrtir bibe û herêmên kurdî ji kurdan vala bibin di şûna wan de pêkhatiyên dib werin cîbicîkirin.
Ş.E
469