PDKSê: Tevî astengiyan şêniyên Efrînê vedigerin malên xwe

PDKSê: Tevî astengiyan şêniyên Efrînê vedigerin malên xwe

Sep 04 2021

ARK NEWS... Raporta siyasî ya partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriya ya heyva Tebaxê derket tê de, çendîn babet û mijarên girêdayî bi rewşa Rojavayê Kurdistanê, Sûriyê, herêma Kurdistanê, Îraqê, û hin babetên cîhanî gotûbêj kiriye.

PDK-Sê di destpêka raporta xwe de, behsa vekişana Emerîka ji Efxanistanê kiriye, tê de raghandiye: Ji ber wê vekşanê û desteserkirina tevgera Talîban, dibe ku herêm bi giştî tûşî nakokiyan ji aliyên Îsalamî yên tundrew ve bibe, nexasim hin welat weke Îraq, Sûriyê, Yemen û Lubnanê berê rastî pirsgirêkên weha bûne.

Derbarê kirîza Sûriyê, PDK-Sê daye zanîn ku çareseriya siyasî di rêya Civaka Navdewletî û biryara 2254 re ye, lê diyar e ked û karên dîplomasî, herweha komîta destûrî, piştî karê wê di Cinêvê de hat têkdan, û Desteya Danûstandinan jî ji demeke dûr û dirêj ve hatine rawestiandin, tişta li ser zevî li Sûriyê rû dide, ji derencamên beşadarbûna welatên zilhêz in. Emerîka hewl dide Îranê ji Sûriyê dûrxîne, û kar li ser şikandina hevpeymaniya Sotşî navbera Îran, Rûsiya û Turkiyê dide, Turkiyê jî hewla yeksanekê di berjewendiyên xwe, navbera Rûsiya û hevpeymanên wê yên rojavayî de dide.

Derbarê herêma Kurdistanê, PDK-Sê bal kişandiye ser wê yekê, ku amedekarî ji bo beşdarî di hilbijartinên Îraqî de dike, lewma bi rijdî kar li ser nehiştina nakokiyan bi Bexdayê re dike, nexasim doseya Kerkûkê, û herêmên Kurdistanî û mijara destûra 140, herweha rola berz ya serok Mesûd Barzanî di danheva mala Kurdistanî berçav diyar e, keda serok bo bihêzkirina peywendiyan bi welatên navdewletî re berdewam dike, ku encamên wê di vexwendina serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî bo Îranê, ku weke serokê welatekî hat pêşwazîkirin, serdan serokê Fransayê Îmanwêl Makron, û hejmark partî, alî û pêkhateyên din, hişmendiya serok berçav diyar dike.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê, PDK-Sê gotiye: Hîn jî kiryarên binçavkirina biserûber, dizî, desteserkirin û her curek ji binpêkirinan di dermafê gelê kurd de, li herêmên Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî, têne encamdan, lê belê karê hêsankirina vegera koçberkirî û derbiderên Efrînê bo ser warên xwe têne kirin, ku tevî her astengiyekê û sepandina bac û pereyan, dîsa malbat vedigerin, ku şêniyên Efrînê ew veger bi serhildan bi nav kirine.

Li ser danûstandina ENKSê û PYNKê, PDK-Sê amej kiriye: Hîn jî kelem û rêgiriyên ku PYDê diafrîne berdewam in, tevî belgeya navbera Balyozê Emerîkî Dêvid Brawnştayn, û fermandarê QSDê Mezlûm Kobanê, derbarê pêwîstiya nedûbarbûna binpêkirinan di dermafê ENKSê, partî û pêkhatiyê wê de îmze kiriye, lê berûvajî wê yekê kiriyarên PYDê di asteke bilind de zêde bûne, weke binçavkirina endamên ENKSê û partiyên wê, ya herî dawiyê şewitandina nivîsgeha PDK-Sê li Amûdê bû.

PDK-Sê tekez kiriye ku tevî wê yekê keda serpirştiyarê Emerîkî berdewam in, biyar bû cigirê wezîrê derve yê Emerîka Coy Hod bi her yek bi serokatiya ENSKê û aliyê din re hevtîdin encam dabana, lê serdan bi sedema rewşa Efxanistan li gorî hatiye gotin, nehate pêkanîn.

Polîtbîroya PDK-Sê di dawiya raporta xwe de piştrast kir: ENKSê her carê amedekariya xwe ji bo berdewambûna danûstandinan, daye diyarkirin, lê bi mercê aliyê din pabendiyê bi sozên xwe bi belgenamyeê ku îmze kiriye bide, herweha serpirştayê Emerîkî weke berpirs di ber neçarkirina aliyê din di pabendbûna bi bendên belgenayê dibînie, ji ber ku ENKSê lihevhatina kurdî weke bijardeyeke stratîjî dibîne û danûstandinê bi û şêweke demkî û xemsarî û tektîk pê re nake.

Ş.E


598