Beşar Emîn: Metirsiyeke rasteqîne li ser jiyana revandiyan heye
ARK NEWS... Beşar Emîn, endamê Polîtbîroya Partiya Demoqrata Kurdistan – Sûriyê, duh 25ê Tîrmehê 2021ê ragihand ku metirsiyeke cidî li jiyana revaniyên kurd yên di zîndanên PYDê de heye.
Emîn ji ARKê re eşkere kir: Ta niha tu bersiv ji Dêvid Birawinştayn û Mezlûm Ebdê fermandarê HSDê derbarê çarenivîsa revandiyan de wernegirtine. Ameje kir: li şûna haştagan bila revandiyan serbest berdin û kiryar û binpêkirina rawestînin.
Di 17ê Tîrmehê de her yek ji endamê Desteya Rawêjkariya Partiy Demoqrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Deham Eyo li bajarê Qamişlo, û endamê encûmena şaxî ya Partiy Demoqrata Kurdistan - Sûriya Izedîn Mela li bajarê Qamişlo, li gundê Abirê yê ser bi navçeya Çil Axa ya Dêrikê ve, endamê encûmena herêmî ya Partiy Demoqrata Kurdistan - Sûriya Mihemed Ehmed Salih. Û li navçeya Girkê Legê jî nûçegîhanê me Berzan Hisên ku endamê encûmena şaxî ya PDK-Sê ye ji aliyê çekdarên PYDê be hatin revandin
Ji bilî wan li gundê Mezra Banî yê Dêrikê heman çekdaran Feremez Ebdulkerîn Hacî Ebdî û Ebdulxefar Mihemed, endamê encûmena herêmî ya PDK-Sê revandin..
Ş.E
238