Teqînek li Şedadê çê bû
Jul 05 2021
ARK NEWS... Li bajarokê Şedadê yê ser bi bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, teqînekê rû da, di encamê de 2 welatî birîndar bûn.
Jêderên xwecihî dane zanîn ku teqîn li pêş nivîsgeha PYDê rû da, tê de 2 welatiyên sivîl birîndar bûn û ziyanên madî jî hatin tomarkirin.
Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan piştrast kir ku 2 sivîl di encama teqîna matoreka bombirîjkirî birîndar bûn bê ku nasnameya wan diyar bike.
Heta sazkirina vê nûçeyê tu hûrguliyên zêdetir derbarê teqînê de nehatine zanîn, û tu aliyekê ew teqîn nexistiye stûyê xwe de û berpirsiyaretî ranegihandiye.
Ş.E
388
