Efrîn .. Welatiyek bû qurbaniya berevaniya mala xwe

Efrîn .. Welatiyek bû qurbaniya berevaniya mala xwe

Jul 20 2019

ARK NEWS .. Deyardeya girtina ser malan bi mebesta diziyê li Efrîna Rojavayê Kurdistanê derbelav bûye, di encamê de xwediyên mal ji ber berevaniya di ber malê û milkên xwe de, dibine qurbanî .

Duh 19ê Tîrmeha 2019an, li navenda bajêr, girûpeke nenas girtin ser mala welatiyê bi navê Elî Ebûd, lê di dema welatiyê navbûrî hest bi wan kir ku dixwazin mal bidizin, hewil da berevabiyê bike, di encamê de bû qurbanî û jiyan xwe ji dest da .

Li gor jêdera taybet ji dezgeha ARKê re ev agahî eşkere kirine ku welatî ji erebên êla Imêrat e yên ji kevin de li herêmê hatibûn bicîkirin .

Di 19ê Hizêrana 2018an jî welatiyekî ereb yê bi navê Samî Qoç bi heman şêweyê, jiyana xwe ji dest dabû.

Ş.E

281