Dijeterora Kurdistanê: Şehîdkirina Emîn Îse berdewamiya kiryarên dijmirovahî yên PKKê ye

Dijeterora Kurdistanê: Şehîdkirina Emîn Îse berdewamiya kiryarên dijmirovahî yên PKKê ye

Jul 02 2021

ARK NEWS .. Dezgeha Dijeterora Kurdistanê şehîdkirina Emîn Îsa di bin eşkenceyê de bi tundî şermezar kir û ragihand, Şehîdkirina Emîn Îse di bin eşkenceyê de, berdewamiya kiryarên qirêj û yên dijmirovahî yên PKK'ê ye.

Dezgeha Dijeterora Kurdistanê derbarê şehîdkirina endamê PDK-Sê Emîn Îsa di zîndanên QSDê de di bin eşkenceyê de daxuyaniyek li hejmara xwe ya tora civakî “Facebook” belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin: Şehîdkirina Emîn Îse di bin eşkenceyê de, berdewamiya kiryarên qirêj û yên dijmirovahî yên PKK'ê ye.

Dijeterora Kurdistanê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got: PKK wek pîşeyê xwe yê her tim, li her derê hest bi desthilat û xwesepandinê bike, dûrî yasayê û urfên mirovatiyê, ji bilî xwe rê nade ti bîr û hizrên din.

Herwiha Dijeterora Kurdistanê ragihandiye “Desteserkirin, eşkencedan û şehîdkirina Emîn Îsa ji aliyê PYDê ve ku dirêjahiya PKKê ye û şermezarkirina vê tawanê ji aliyê Balyozxaneya Amerîka li Sûriyê ve, wê rastiyê tekez dike ku PKK û PYD wek du rûyê diravekî ne, Ji bilî hêzeke dijmirovahî, radîkal, takperestî, xwespandin û dij-Kurdistanê, tiştekî wan ê din nîne.”


264