Ji bo Sûriyê, Rosiya, Turkiye û Îran li Niyoyorkê dicivin

Ji bo Sûriyê, Rosiya, Turkiye û Îran li Niyoyorkê dicivin

Sep 22 2018

Wezareta Derve ya Turkiyê rêkeftina di navbera Enqera û Moskoyê li ser sînorê devera bêçek li Idlibê eşkere kir ku wê biriyar li ser destnîşankirina wê di civînan de li gel berpirsên Rûsyê bê standin.

Ajansa Enadol ya Turkiyê li ser zarê Wezîrê Derve yê Turkiyê Mewlûd Çawuş Oxlo got ku ew ê li Niyoyorkê li gel hevşanên xwe yên Rosî û Eyranî ji bo gengeşekirina rewşa Sûriyê bicivin, ew jî di heftiya bê de.

Berdevkê bi navê serokatiya Turkiyê Ibrahîm Kalîn got ku welatê wî hevrêziyê bi Rosyê re dike li ser ragehandina devereke bêçek li Idlibê û derxistina girupên çekdar.

Wezareta Derve ya Turkyê lidarxistina civînan li gel şanda Rosyê ragehand ku di wan civînan de sînorê devera bêçek li parêzgeha Idlibê ya Sûryê hat destnîşankrin.

Wezîrê Derve yê Turkyê Mewlûd Çawuş Oxlo eşkere kir ku ew ê di civîneke sê alî de li Niyoyorkê li gel hevşanên xwe yên Rosîy û Eyranî rewşa Sûryê gengeşe bike.

Oxlo got jî ku ya pêwîst e li Sûryê bê kirin gerentiya agirbesteke bêdawî ye û guhdaneke bihtir bi lihevkirina siyasî.


569