Lavrof: Rojhilatê Fratê metirsiya mezin e li ser yekîtiya Sûriyê

Lavrof: Rojhilatê Fratê metirsiya mezin e li ser yekîtiya Sûriyê

Sep 22 2018

Wezîrê derve yê Rosiyê ragihand ku Rojhilatê Çemê Fratê metirsiya mezin e ya li ser yekîtiya xaka Sûriyê û ew berdewam daxwaz ji Emerîkayê dikin ku çalakiyên xwe rawestîne.

Duh di kongirekî rojnamevanî de li gel hevşanê xwe yê Bosnî Îgor Tosîrnadak, Sêrgî Lavrof wezîrê Derve yê Rosiyê got ku gefa herî mezin ya li ser serweriya Sûriyê û yekîtiya wê ji Rojhilatê Fratê tê.

Lavrof herweha got li jêr serpereştiya Wîlayetên Yekgirtî yên Emerîkayê heykelên xwedî destihlateke xweser têne avakirin, û tekez kir ku welatê wî beriya niha jî û berdewam daxwaz ji Emerîkayê dike ku wan çalakiyên xwe yên nerewayî rawestîne.

Beriya niha jî gelek caran Rosiya hebûna Emerîka li Sûriyê bi nerewayî bi nav kiriye û digot her aliyê ku ne bi razîbûn û hemahengî bi Rêjîma Esed re derbasî Sûriyê bûye, hebûna wî nerewayî ye û divê ji Sûriyê derkeve.

Daxuyaniya Lavrov hevdemî wê yekê tê ku Rosya û Turkiyê hebûn û hemahengiya xwe ya diblomatkarî li Sûriyê bihêztir kirine û ji bo Idlibê jî li hev kirine, di beramber de li Rojhilatê Çemê Fratê tevî hebûna Emrîkî ya leşkerî lê ta niha tu i'tîrafeke navxwe yan herêmî yan navdeweltî bi rêvebiriyên PYDê nehatiye kirin, Emerîka bi xwe jî daxuyaniyên cuda cuda sebaretî man yan derketina xwe ji Sûriyê derdxe, herî dawiyê jî li ser zarê serokê wê Donald Tramp bû.

484