NY wê alîkariyên mirovî bişîne Sûriyê

NY wê alîkariyên mirovî bişîne Sûriyê

Sep 21 2018

Rêxistina Netewên Yekgirtî emadekariyan ji bo şandina karwaneke alîkariyên mirovî ku ji şesed barhilgiran pêk tê ji bo li ser sê bajarên Sûriyê belav bike, dike.

Serokê Navenda Niştîmanî ji bo Rêveberiya Bervaniyê di ber Rosiyayê de Lîwa Mîxa`îl Mîzîntisiyêv got ku rêxistinên mirovî yên navdewletî di hewlên berdewam de ne ji bo bicîkirina rewşeke baştir ji bo niştecyan li Sûriyê.

Mîzîntisiyêv tekez kir ku Netewên Yekgirtî di dema niha de û bi hevrêzî li gel Urdunê amadekariyan dike ji bo şandina alîkariyên mirovî bi birê şesed barhilgiran ji kerestên xwarin û dermanan û amaje kir ku ew alîkarî wê li ser hersê bajarên Siwêda, Der'a û Quneytira yên Sûriyê werin belavkirin.

549