Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir

Jun 05 2021

ARK NEWS... Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek tund derbarê şehîdbûna 5 Pêşmergeyên Kurdistanê belav kir. Naveroka daxuyaniyê ev e:

Bi tundî wan êrîşan şermezar dikin ku berî sibehiya îro çekdarên PKK li navçeya Metîna ya li tixûbê Amêdî li ser Pêşmerge kirin û li encamê da pênç Pêşmerge şehîd û hejmareke din jî birîndar bûn. Pirse û serxweşiyê li kesukarên şehîdan dikin û hevbeşê xema wan in, hêviya bilez başbûnê ji bo birîndaran dixwazin.

Dûpat dikin ku pêwîst e sînorek ji bo van reftarên PKK beramber bi Herêma Kurdistanê bê danîn û bi tu awayekê nabê berdewam bin ku bê hêcet ev demeke sîh salan e beramber bi xelkê Herêma Kurdistanê dike û bûye sedema berdewam êşandina welatiyan û rêgiriyê li ava‌dankirin û vegerana jiyana bi sedan gund û dêhatên Kurdistanê kiriye.

Ew berdewam bûne sedema dirustkirina kêşeyan û hîç rêzek li îdare û yasayên Herêma Kurdistanê nagrin û berdewam aramiya gel û welatê me dixin ber gef û metirsiyê.

Dûbare daxwaz dikin û hişyariyê dikin ku PKK êdî nebê sedema alozî û pişêwiyê, çekdarên xwe li tixûbên Herêma Kurdistanê dûr bixe û rêz li kiyan û îdare û sînorên Herêmê bigre û axa Herêma Kurdistanê neke pêgehek ji bo êrîşkirina ser welatên cîran û têkdana aramiyê, Hikûmeta Federaliya Iraqê jî divê li vî derbarî de erk û berpirsiyariya xwe bi cîh bike.

Serokayetiya Herêma Kurdistanê
05.06.2021

188