Ragihandina Navendî ya ENKSê civînek li dar xist

Ragihandina Navendî ya ENKSê civînek li dar xist

May 08 2021

ARK NEWS... Piştî dmekê ji rewastadinê, careke din nivîsgeha Ragihandina Navendî ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê civînek li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê li dar xist.

Malpera fermî ya ENKSê da zanîn civîn bi amedebûna Hesen Remzî, Siûd Ehmed, rojnamevan û ragihandkarên Qamişlo û hin bajarên din bi rê ve çû, û bi rawestandina xuleke bêdeg li ser canê pakrewanan, di serî de Barzaniyê nemir dest pê kir.

Di civînê de, Hesen Remzî behsa girîngiya rola ragihandinê di vê dema hestiyar û zehmet, ya ku dever tê re derbas dibe, kir, û tekezî li ser karê hevbeş di nivîsgeha ragihandinê de, li gor berjewendiya doza kurdî, û çawaniya pêşxistina wê kir.

ji aliyê xwe, ragihandkaran, nerîn û pêşniyarên xwe pêşkêş kirin, û pirsgirên ku rastî tên ji berpirsan re anîn ziman, û berpirsên amede bersiva wan da.

Ş.E

333