Sûriya .. 10000 jin li ser destê Rêjîma Esed hatine terorkirin

Sûriya .. 10000 jin li ser destê Rêjîma Esed hatine terorkirin

Sep 18 2018

‌ ARK NEWS..Malpereke ser bi opozisyona Sûriyê li ser zarê çalakvanekî sûrî navê bi hezaran jinên sûrîyê yên ku bi destê Rêjîma Esed hatine terorkirin belge kiriye ..
.
Malpera Zeman Alwesil belav kiriya ku bêtir deh hezar jinên sûriyê ji 14 parêzgehên sûriyê ji destpêka şoreşê bi destê Rêjîma Esed hatine terorkirn ,bi terora meydanî serjêkirin topbarankirin eşkencekirin herweha di zîndanan de yan bi çekên kîmawî serbarî dorpêçkirinê hatina terorkirin .

Çalakvanê ko belge kiriya ragihand ku beriya demekî ji heman malperê navê 190 hezar wek pakrewanên şoreşa Sûriyê belge kiribû lê ya taybet bi jinan beriya çar salan de belge dike û li gor ew binav dike ku beşê herî mezin ziyan di çarçoveya şoreşa Sûriyê de dîtiya jin in .
.
Çalekvan Sûrî yê ku bi xwe ji bajarê Himsê yê Sûriyê ye bal kişand ser wê yekê ku komkirin û belgekirin li ser asta rêxistnên mirovî û yên karûbarên binpêkirinan bû û derdora 22 hezar jin jor sala 18an ne û niha navê 10 hezar hatiya belavkirin û di qonaxên bê de wê navin din werin belavkirin.
‌.
Beriya niha heman çalekvanî navê 28 hezar zarok û jin belge kiribû ku bi destê Rêjîma Esed hatine terorkirin û li gor axeftina wê ku belgekirina navên zarok û jinan dihêle ku xelk nûçeya şoreşê û binpêkirinên Rêjîma Esed zanibe û ew dê di karê xwe de berdewam be û wek erkekî niştîmanî binav dike

Beriya demekî navê 10000 hezar yên ku di zîndanên Esed hatibûn eşkencekirin û terorkirin gihişt navenda nasname û regeznameyan û ta niha navê du kurd hatine xuyakirin .

Ş.E

639