Seîd Umer : Divê rola Leşkerê Roj li Kurdistana Sûriyê ektîv bibe

Seîd Umer : Divê rola Leşkerê Roj li Kurdistana Sûriyê ektîv bibe

Sep 18 2018

ARK NEWZ ... Pêşmerge û serkirdeyê Partiya Demokrata Kurdistan Sûriya gotarek derbarê pêşmergeyên leşkerê Roj û kar û xebat û tekoşîna wan belav kir .

Di gotara pêşmerge û serkirdeyê PDK-S Seîd Umer de hatiye ku gelek pêwîstiya dîroka kurdî bi westan û kar tune ye eger bîranînên birûmet di dîroka kurdên Sûriyê û tekoşîna wan di tevgera rêzgarîxwaza Kurdistanê de bîne bîra xwe, bi taybet ku navê wan li ser şopa bapîrên xwe di hilgirtina hizir û ramana niştîanî ya Kurdistanê berdewam kirin û xwe kirin qurbanî ji bo gihiştina armancên xwe di afirandin û pêşkêşkirinê de .

Umer hêzên pêşmergeyên Leşkerê Roj bi şêrên li ser xakê û pêxemberên azadiyê bi nav dike û dibêje ku ew ne bûyereke demkî û nû ne lê belê berdewamiya tekoşîna dîroka gelê kurd li Kurdistana Sûriyê û navek bê hampane ne ku beriya wan di nav pêşmergeyên şoreşa Eylûnê şoreşa Gulanê piroseya berzkirin û bilindkirina ala Kurdistanê li ser sînorê Kurdistanê û raperîna Kurdistanê ta roja îro de cihê xwe girtibûn û gelek serpêhatî û xebat pêşkêş kirin .

Berpirsê ofîsa peywendiyên derve ya PDK-S di berdewamiya gotara xwe de dide zanîn ku ji destpêka şoreşên Kurdistanê li herêma Kurdistanê gelê kurd li Sûriyê weke piştevaniyeke stratîjî ji wan re bû nexasim rola wan di tevgera wergirtina rewatiya herêma Kurdistanê 1992 ta 1997an de hebû û hewil dan ku neyê rûxandin û herfandin .

Û gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê herdem wek stûn ji hêzên pêşmerge re bû ku hijmara serkirde û efser yên ji Rojavayê Kurdistanê di nav refên pêşmerge de ji şoreşa Eylûnê ta roja îro belgeyek ser xebata wane herwiha guhdan û rêzgirtina wan ji aliyê serok Mesûd Barzanî ve ew jî belgeyeke ku serokatiya Kurdistanê û serkirdayetiya siyasî jî rêzê ji xebata wan re digirin .

Endamê komîta navendî ya PDK-S Seîd Umer herwiha bal dikşîne ser rola pêşmergeyên leşkerê Roj û di bêje ku îro leşkerê roj li şopa bapîrên xwe di rizgarkirin ji sitemkarî û tariyê demşin ku di qonaxeke baş ji alîyekî û metirsîdar li aliyeke din de dijîn û wek mertala hesnî li hember meristirîn rêxistinên Redîkal û terorî rêxisstina DAIŞ rawestiyan û ew îrîş bi kur û keçên pêşmergeyên roj şikan din da ku jin û zarokên Kurdistanê biparêzin û bi sedan pakrewan pêşkê kirin û hiştin ku pilana şikandina gişpirsiya herêma kurdistanê pûç bibe .

Nexasim çîrok û serpêhatiya tanka ji corê ebramiz ku di şerê dijî rêxistina Heşda Şabî de hate têkbirin û berevaniya li Kobrê û Eskê Mûsil û deverên din hêzên pêşmergeyên leşkerê Roj karîbûn êrîşa DAIŞ Heşda Şabî û artêşa Îraqê têk bîrin û ragirî û berxwedana xwe ji bo gihandina dewleta kudî li ser erdê sepandin û çasipandin .

Seîd Umer dirêjahiyê bi gotara xwe tîne ku hêzên pêşmergeyên Roj banga serok Mesûd Barzanî bi cih anîn û xwe ji bo Kurdistan û gişpirsiyê kirin qurbanî û gotin ew dê şehîd bikevin daku Kurdistan bijî û dema kesûkarên şehîdan li Rojavayê Çemê Dicla bi lîlî û pîrozbahiyan pêşewazî li termên şehîdên xwe bi ser bilindî dikirin tê wê wateyê ku ew ne bi tenê ji bo heyf hildan û tolhidanê şandibû nav pêşmergeyan lê ji bo xebata rêzgarxwaza tevgera kurdistanê berdewam be şandibûn .

Pêşmerge Seîd Umer di dawiya gotara xwe radighîne ku pêşmergên Roj neviyên Barzanî yê nemir û kurê serok Mesûd Barzanî û birayên Mesrûr Barzanî, mane di qadên şer de û şehîdbûn û xebat ji çûna Ewropay helbijartin ji ber ku nerîna wan û hest û helwêst û ramanên netewî ji Hewlêrê re wek Qamişlo Dêrik Amûda Efrînê û Kobanê ye û qonaxek ji pêşerojê re dirust kirin û divê ew bi karê xwe û berpirseratiya xwe darbarê leşkerê Roj de rabin û rola wan di Kurdistana Sûriyê de di nîzîktirîn dem de ektîf bikin .

Ş.E


Gotar bi tenê nerîna nivîskar nîşan dide

1139