Kurdên Efrînê navbera tawanên çekdaran û binpêkirinên PYDê de
ARK NEWS... Kurdên Efrînê çi yên li ser axa xwe mane, yan jî yên hatine derxistin, dibin qurbaniya kiryar û binpêkirinên grûpên çekdar û teqîna mayînên Şehbayê. Ya herî dawiyê bêtir 15 welatiyên kurd li Efrînê hatine revandin, herweha 5 kes ku ji wan 4 zarok in ji koçberkiriyên Efrînê li Şehbayê bûne qurbaniya teqîna mayînan.
Rêxistina mafê mirovan li Efrînê da zanîn ku 4 zarok ji yek malbatê bûne qurbaniya teqîna mayînekê li gundê Mezin yên Efrînê li navçeya Şêrawa ku niha di bin destê PYDê de ye, du zarokan jiyana xwe ji dest da, û du jî birîndar bûne.
Li gor heman rêxistinê: Azad Îbrahîm Husên yê 12 salî, û Diyar Hemo Husên ku 11 salî ye jiyan xwe ji dest daye herweha Husên Îbrahîm Husên 9 salî û Nisrîn Muhemed Husên 12 salî birîndar in, û di nexweşxaneyê de çareseriya xwe dibînin.
Beriya demekê di 29ê Adara îsal, derbiderekî bi navê Cûma Feyad di encama teqîna mayînekê li bajarokê Til Rifetê, jiyana xwe ji desta dabû, rêxistinê tekez kiriye ku ew mayîn ji bo rêgirîkirina vegera derbideran ji aliyê PYDê ve hatine çandin. Û li gor têgihiştinên navbera aliyên nakokdar de ew koçber weke mertal têne bikaranîn, û zarokên wan ji bo şerên berjewendiya rêjîm û welatên gerentor di Asîtana de têne leşkerkirin.
Jêderê bal kişand ser wê yekê ta niha bêtir 200 welatiyên derbiderên Efrînê bûne qurbaniya teqîna mayînan, ku di navbera her dem û demekê PYDê mayîna diçîne, û dibêjin ku ew mayîn ji şûnmayên DAIŞê ne.
Li bajarê Efrînê û navçe û gudên bi ser ve, rewş xerbtir e, ji bilî bi sedan welatiyên ku çarenivîsa wan di zîndnên Turkiyê û çekdaran ne diyar e, bêtir ji 15 ciwanên kurd hatin revandin.
9 welatî ji kurdên Îzîdî di 31ê Adara îsal li gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa ji aliyê çekdarên polîsên keşkerî ve hatin revandin ji wan 6 hatin berdan.
Li gundê Dargirê yê navçeya Mabeta jî heman çekdarên polîsan di 27 Adarê bi tometa têkilî bi PYDê re 4 welatî revandin û rastî lêdan û eşkenceyê hatin û ji bo zîndana Maretê ya navendî hatin şandin.
Ji bilî wan ji beriya sê mehan ve, welatiyekî bitemen 60 salî, ji gundê Çençaliya yê navçeya Raco, ji mala wî li taxa Eşrefiyê, ya Efrînê hatiye revandin, bi tenê ji berk u ji Helebê vegeriyabû mala xwe.
Li gundê Burc Ebdalo û Basûtê çekdarên Feyleq Elşam di 4ê Nîsana îsal 4 ciwan ji herdu gundên navbûrî revandin, û ta niha tu agahî li ser çarenivîsa wan tune ne, bi tenê banga pereyan dikin da ku serbest werin berdan.
Ş.E
347
