Tevî bangên yekrêziyê, PYDê li ser nediyarkirina cihê Fûad Ibrahîm rijd e
ARK NEWS... Di salvegera revandina çalakvan Fûad Ibrahîm de ku îro 24ê Avdara 2021ê, 4 sal li ser revandina wî re derbas dibin, ta niha PYDê dan bi revandina wî nekiriye, û li ser nediyakirina cihê wî rijd e.
Di demekê de, PYDê di serbestberdana terorîstên DAIŞê de, berdewam e, lê hîn çarenivîsa bi dehan ji girtiyên Kurd di zîndanên PYDê de, ne diyar e.
Rijdbûna PYDê li ser nedanpêdanê, di demekê de tê ku mijara yekrêziyê li dar e. Ew mijara ku hîn jî tu derencam wê li ser erdê tune ne.
Çalakvan Fûad Ibrahîm kî ye û çawa hat revandin?
Di 24ê Adara 2017an de, çekdarên PYDê li cihekî navbera gundê Mameşor û Şekirxaçê li derdora Dêrika Rojavayê Kurdistanê, çalakvan Fûad Ibrahîm revand, tevî hewlên berdewam, lê ta niha bêserûşûn e, û çarenivîsa wî ne diyar e .
Çalakvan Fûad Ibrahîm, di despêka xebata xwe ya siyasî de, wek endamê Komîta Herêmî di nav partiya xwe Azadî de, cihê xwe digirt. Herwiha wek endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, hat hilbijartin.
Di gelek xwepêşandanên li dijî rêjîmê beşdar kiribû, ji ber çalakiyên xwe, ji aliyê rêjîm, û PYDê ve rastî astengî û rêgiriyan dihat.
Di 2ê Cotmeha 2016an, ji ber çalakiyekê hat revandin, herwiha di 24ê Adara 2017an, çekdarên PYDê li cihekî navbera gundê Mameşor û Şekirxaçê, li derdora Dêrika Rojavayê Kurdistanê, çalakvan Fûad Ibrahîm revand.
Tevî hewlên berdewam ji malbatê, lê ta niha tu agahî li ser wî tune ne, û bêserûşûn e, çarenivîsa wî ne diyar e.
Ş.E
341
