Nûneratiya ENKSê tekezî li ser şopandina rewşa mamost û xwendekarên penaber dike
Feb 23 2021
ARK NEWS... Şandek ji komîta derve ya Nûneratiya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li herêma Kurdistanê, serdana dibistanên kampa Dareşekranê ya penaberan kir, û ji nêzîk ve rewşa mamoste û xwendekaran şopand.
Li gor Nûneratiyê ragihandiye ku mebest ji serdanê şopandina rewşa mamoste û xwendekarên penaberên Rojavayê Kurdistanê ye, û li ser pirsgirêk û daxwaza wan rawestiyan.
Ji aliyê xwe ve Newaf Reşîd û endamên nûneratiyê tekez kir ku ew ê rewşa xwendakarên penaber li kampên penaberan bişopînin.
Şand ji serokên nûneratiyê Newaf Reşîd, û endamtiya Dr. Kawa Ezîzî, Esmehan Dawûd, Raman Mela û Şemis Şerîf pêk dihat.
Ş.E
238