Malbenda Ekrem Mela yekemîn salvegera koçbarkirina xebatkar Mela li Qamişlo vedjîne
Dec 17 2020
ARK NEWS... Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê salvegera yekem ya koçbarkirina serkirdeyê kurd Ekrem Mela dê were vejandin.
Malbenda Ekrem El-Mela ya rewşenbîrî vexwendinek belav kir tê de got, ku ew ê salvegera yekem ya koçbarkirina nivîskar û mediyakarê kurd Ekrem Mela endamê desteya rawêjkariyê ya PDK-Sê li bajarê Qamişlo vejîne.
Li gor heman vexwendinê bîranîn roja Înê demjimêr 3 piştî nîvro li nivîsgeha PDK-Sê ya Rojavayê Qamişlo dê wer vejandin.
Xebatkar û mediyakar Ekrem El-Mela endamê ragihandina navendî ya PDK-Sê roja 17ê Berçileya 2019an di encama kirîzeke dil de li Şamê koça dawî kir.
424
