Mesrûr Barzanî û Rayburn: Divê QSDê ji bin hejmûna PKKê derkev

Mesrûr Barzanî û Rayburn: Divê QSDê ji bin hejmûna PKKê derkev

Dec 15 2020

ARK NEWS... Îro Duşemê 14ê Berçileya 2020an, nûnerê Serokê Emerîkayê yê karûbarê Sûriyê Joel Rayburn di peywendiyeke telefonî de bi serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesûr Barzanî re, mijarên girîng û babetên girêdayî bi rewşê ve gotûbêj kirin.

Di peywendiya telefûnî de li gor Mesrûr Barzanî daye zanîn ku derbarê guhertinên heyî yên li Sûriyê de giftûgo kirin, û herdu aliyan tekez li ser girîngiya hebûna giftûgoya aştiyane ya di navbera aliyên Kurdî yên li Sûriyê bo piştevanî û piştgiriya zêdetir ya azadî û piralîbûna siyasî, û hevbeşîkirin di desthilatê de.

Di berdewamiya peywendiya telefûnî de behsa êrîşa bi şev ya çekdarên PKKê bo ser hêzên pêşmerge li devera Amêdiyê kir û bi tundî ew êrîşa şermezar kir.
Serokê hikûmetê ji Rayburn re da zanîn ku di wan demên dawî de 3 pêşmerge û karmendên hêzên ewlekarî bi destê çekdarên PKKê hatine şehîdkirin, herwiha huşdariya vê yekê da ku ew êrîşên PKKê û hewlên PKKê bo destwerdanîkirin û xwexistine nava xwepîşandanên aştiyane yên welatiyên herêma Kurdistanê, metirsî ye bo ser aramiya deverê.

Derbarê Rojavayê Kurdostanê ku beşeke din ya peywendiyê de bû tekez li ser vê yekê kir ku pêwîst e hêzên HSDê di bin hejmûna PKKê de nemînin û nabe ji niha û pê de derfet bi PKKê were dayîn ku sûdê ji wan hevkariyan bistîne ku pêşkêşî HSDê tên kirin.

Ji bilî mijarên PKKê û destêwedrana wan di karûbarên herêma Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê herwiha pêwîstiya derketina QSDê ji bin hejmûna PKKê behsa metirsiya terorîstên DAIŞê kir û tekez kirk u dive şer û rûbirûbûna wê were kirin ji berk u hîn bizav û tevgera wan metirsiya heye.

Ş.E


310