ENKSê şermezarkirina tawanên çekdaran û redkirina kiryarên PYDê nû dike

ENKSê şermezarkirina tawanên çekdaran û redkirina kiryarên PYDê nû dike

Dec 10 2020

ARK NEWS... Emîndariya giştî ya Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê daxuyaniyek di salvegera 72yan ya roja cîhanî ya mafê microvan belav kir tê de şermezarkirina binpêkirinên çekdran li Efrîn û Serê Kaniyê û Girê Spî, herwiha rekkirina kiryar û binpêkirinên PYDê nû kir
Di daxuyaniya ENKSê de hatiye: Di 10ê Berçileya her salekê, hêzên aştîxwaz di cîhanê de vê rojê pîrpz dikin, ku komeleya giştî ya netewên yekgirtî sala 1948an de, weke roja cîhanî ya mafê microvan ragihand, ji wê rojê ve, bû rojeke ciyawaz di derbirandin û berevanîkirina di ber mafê mirovan de.

Ev yek piştî êş û azarên ji derencamên tawanên dijî mirovatiyê, di çarçoveya salên dûr û dirêj de hat, bi taybet serdema herdu cengên yekê û deyem yên cîhanî de, ku di wê ragihanê de, bend û prensîpên bingehîn ji bo parastina mirovan, ne li gorî helwêstên olî regezî, rengî û nijadperestî bin hat diyarkirin.

ENKSê da zanîn: Tevî girîngiya naveroka vê ragihandinê, lê yek ji belgeyên navnetewî yên herî bêtir rastî binpêkirin û paşguhxistinê tê, hîn jî mirovatî ji stem û zordarê û tawanê li her welat û cihekî dinale, para jin û zarokan jî ya herî mezin e, piraniya gelan ji hêsantirîn mafên xwe yên netewî û mirovî bêpar in, ji wan gelan jî, gelê kurd e, ku rastî zordariya netewî li ser destê welatên ku Kurdistan li tê de hatiye belavkirin tê, komkujî li serê wan de têne encamdan, û bi hezaran ji ciwanên xwe di zîndanan de ne, û pir ji wan li ser dar û stûnan hatine darvekirin û şehîdkirin, serbarî rastî siyasetên nijadperestî pilankirirî tên ku hebûn û taybetmediyên xwe yên netewî têne armanckirin .

Li ser rewşa Sûriyê, ENKSê ameje kir: Gelê Sûriyê bi giştî, rastî stemkariyê li ser destê rêjîmên desthelatdar hatiye, di şoreşa Sûriyê de jî welatiyê wê bi hemû pêkhateyên netewî û civakî tundtirîn tawan yên di dîrokê de bêhampe ne, li ser destê rêjîma Esed û aliyên tundiraw û terorîstan de hat.

Gelê kurd jî ji wan tawanan ne bêpar bû, ew jî rastî binpêkiriên tund û dijwar û teroreke rêbazkiriî li ser destê DAIŞê û komên terorî hat, nexasim kurdên Êzîdî jî. Herwiha şêniyên hersê herêmên Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî rastî binpêkirin û tawanên xirap li ser destê hin grûp û komên çekdar tên, di dermafê wan de kiryarên kuştin, koçberkirin, desteserkirina ser mal û mulkan, û bicîkirina malbatên çekaran û hin bajarên din, bi mebesta guhertina demoxrafî, dikin ta gihîşt asta şermezarkirina berfereh ji aliyên cîhanî ve, wek komîtên navdewletî, û hin ji wan bi tawanên dijî mirovatiyê bi nav kirin, û banga bidawîhatinê û radestkirina kujer û pêkîneran ji bo dadgehê kir.

ENKSê di vê boneyê de, şermezarkirina binpêkirin û tawanên ku li pêş çavên civaka navdewletî û netewên yekgirtî û rêxistinên girêdarî bi mijarên mafê mirovan herwiha hêzên Turkiyê ku piştevan e ji wan çekdaran re ye nû dike, banga rawestendina kiryaran û radestkirina kujer û tawanbaran dike û banga alîkarîkirinê ji vegera aram ji derbideran re, û radestkirina hersê herêmên navbûrî ji welatiyên wê re dike.

Her di vê boneyê de ENKSê kiryar û binpêkirinên bi destê ewlehiya ser bi rêveberiya PYDê ve red dike, ji astengkirina azadiyên siyasî, û revandina zarokan, û girtina xwedî nerîn û helwêstan di nav wan de revandî û girtiyên ENKSê, ku ENKSê banga serbestberdana wan, û pêçandina doseya girtiyan û danîna sînorekê ji binpêkirian di dermafê sivîl û siyasyên kurd dike.

Di dawiya daxuyaniya xwe de, ENKSê bang li netewên yekgirtî, û rêxistên bi ser ve, yên girêdayî mafê mirovan de dike kareke cidî li dîtina çareyek siyasî ji kirîza Sûriyê re bibînin, û fişarê li ser welatên ku îmze li ser daxuyaniya cîhanî ya mafê mirovan kirine, bikin ku rêzê li bend û mercên belgenameyê bigirin, û herwiha hawar xwe digihîne hemû hêzên demoqratî, û aştîxwaz ku xebata xwe ji bo parastina mafê microvan zêde bikin û civakek li ser bingeha rastî, dadwerî, wekhevî, û aştî ji hemû mirovatiyê re damezrînin

235