Welatên garentor pêkanîna Komîteya Distûrê Sûriyê li gel Dîmistora wê gengeşe bikin
Îro Duşemê li Cenêvê nûnerên her sê welatên garentor, Rûsiya , Tirkiya û Îran li gel şandiyê Netewên Yekgirtî yê taybet bo Sûriyê Stêfan Dîmistora pirsa sazkirina komîteya destûrî ya Sûriyê dê gengeşebikin.
Ajansa Tas ya Rûsî li ser zarê Elksander Lavrentîf şandiyê taybet yê serokê Rûsiyê ragehand , ku her du rojên Duşemê û Sêşemê dê zincîrek hevdîtin û danûstandinên cuda û giring werin lidarxistin .
Stafan Dîmistora jî di lêdwanekê de di heftiya bûrî de tekez kirbû, ku dê danûstandinên giring derbarê berdewamkirina piroseya siyasî li Sûriyê bên lidarxistin serbarî ku sazkirina komîteya destûrî ya Sûriyê dê bibe destpêka bidestxistina aramanca wê piroseyê.
696