Polîsên leşkerî  li Efrînê du welatiyên Kurd revandin

Polîsên leşkerî li Efrînê du welatiyên Kurd revandin

Aug 25 2020

ARK NEWS... Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê, îro 25ê Tebaxa 2020an, ragihand ku girûpên çekdar du welatiyên Efrînê revandin ku yek ji wan moxtarê navçeya Reca ye.

Rêxistinê da zanîn ku polîsên leşkerî di 13 vê mehê de welatiyê bi navê Mihemed Qere ku 55 salî ji gundê Xelnêrê ye ji navenda bajêr revand, û ji bo cihekî nediyar bir.

Heman jêderê nîşan bi wê yekê da ku çekdarekî Elşerqiyê gilî li moxtarê gundê Reca yê navçeya Raco li cem polîsên leşkerî kir, piştre ji aliyê polîsên leşkerî ve hat revandin û tevî derbasbûna heyvekê li ser revandina wî re tu ahagî li ser tune ne.

Sedemên revandina moxtarê gund ew e ku red kir bi wî çekdarî re bibe havpar di karekî bazirganî de.

Ş.E


259