Çalakvan Mustefa Şêxo behsa sedemên şerê duh yê Efrînê dike

Jul 23 2020

ARK NEWS... Li ser şerê li navenda bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê yê duh 22 Tîrmeha 2020an rû dabû, çalakvan Mustefa Şêxo behsa sedeman kir û got li ser mal û mulkên Kurdan şer navbera çekdaran de derket.

Çalakvan Mustefa Şêxo di çarçoveya beşderbûnê di bultena ARKê de ragihand ku, şer navbera du girûpên ser bi Ceyş Elşerqiyê ve derket.

Navbûrî tekez kir ku şer deroda nîv demijmê dirêj kir, piştre Hêzên Turkiyê û Polîsan destêwerdan kir û ew şer bi dawî anîn

Ji aliyê xwe e, jêdereke taybet ji ARKê re behsa hûrguliyan kir û got: Di encama şerê navbera du girûpên çekdar de, jineke bitemen şehîd bû, û kurê wê jî birîndar bû, û got ku jina bi navê Sebîha Seydo Sadiq di encama şerê taxa Vîlat ya Efrînê de şehîd bû.

Heman jêderê tekez kir ku temenê jina navbûrî 60 sal e, û bi xwe ji gundê Dar Girê yê navçeya Mabeta ye û ji nişteciya wê taxê bûn.
Jêdera agahdar ji ARKê re da zanîn jî ku ji bilî şehîdbûna Sebîha, kurê wê jî birîndar bûye û ji bo nexweşxaneyê hat veguhestin.

Ş.E

422