PYDê daxuyaniyên berovajî derbarê şerê Idlibê de dide

PYDê daxuyaniyên berovajî derbarê şerê Idlibê de dide

Aug 27 2018

ARK NEWS .. Berpirsekê pilebilind di çekdarên Yekîneyên parastina gel de beşdarkirina xwe ji bo şerê Idlibê red kir ku di heman deman de amadekariyên QSDê û daxuyaniyên berpirsên PYDê nîşan didin ku ew ji bo şerê Idlibê amade ne .

Berdefkê fermî yê çekdarên YPGê Nûrî Mehmûd di lêdwaneke televizyonî de ragihand ku operasyona Idlibê şanoyeke navbera Rûsiya û Turkiyê de ye û çekdarên wan di şerê Idlibê beşdar nabin .

Mehmûd herwiha got ku Turkiya û Rûsiya bazirganiyê li Sutşî li ser gelê Sûriyê kirin ji ber ku ne ji berjewendiya Turkiyê û Rûsiyê ye aştî li Sûriyê berbelav bibe.

Beriya demekê her yek ji Aldar Xelîl û Salih Muslim ragihandibûn ku çekdarên wan wê di şerê Idlibê de beşdar bibin û li gor jêderên xwecihî dabû zanîn ku hêzek mezin ji çekdarên QSDê ji Cizîrê berê xwe dabûn Helebê ew jî tê gomankirin ku ji ber şerê Idlibê ne.

Derbarê tevlîbûna çekdarên PYDê ji bo artêşa Rêjîma Sûriyê Nûrî Mehmûd eşkere kir ku mijara tevlîbûna wan ji bo artêşa Rêjîmê hîn dem jêre nehatiye .

Piştî hevdîtinên dawiyê yên di navbera rêjîma Sûriyê û berpirsên PYDê li Şama paytexta Sûriyê hate ragihandin ku tu pirisgirêk tuneye eger çekdarên YPGê tevlî artêşa rêjîma Esed bibin.

701